Kurdên li Kanadayê bi Serokê Giştî yê NDP'ê re rûniştin

Kurdistaniyên li Kanadayê dijîn, xebatên xwe yên dîplomasiyê bi tempoyeke bilind, dewam dikin.

Kurdistaniyên li Kanadayê dijîn, xebatên xwe yên dîplomasiyê bi tempoyeke bilind, dewam dikin. Nûnerên Meclîsa Gel a Toronto, beriya hilbijartinên meha Cotmehê yên li Kanadayê bi Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Nû (NDP) Thomas Mulcaîr û Parlamenterê Herêma Toronto Andrews Cash re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinan de bûyer û qewimînên li Rojavayê Kurdistanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi giranî hatin nirxandin. Mulcaîr diyar kir ku ew rewşa li Rojava ji nêz ve dişopîne û hêvîdare şer û hovîtiya diqewime, tavilê bi dawî bibin.