Kurdên li Frankfûrtê jî dest bi meşa dirêj kirin
Meşa dirêj a ji bajarê Frankfûrtê ber bi paytexta eyaleta Hessenê Wîesbaden, destpê kir.
Meşa dirêj a ji bajarê Frankfûrtê ber bi paytexta eyaleta Hessenê Wîesbaden, destpê kir.
Meşa bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu", îro saet di 10:30 de li Meydana Haûpwache destpê kir.
Ji Frankfûrt, Gîessen û Hanaû Kurdistanî beşdarî vê meşa bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tê lidarxistin, dibin. Girseya gel pankarta bi nivîsa "Em komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin" vekir û dirûşmên "Kujer AKP", "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Cizîrê" qîriya. Kurdistanî wê îro 20 kîlometreyan bimeşe û xwe bigihînin bajarokê Hoffheîmê.
Ji Hoffheîmê jî wê sibe heta ber Parlamenta Eyaleta Wîesbadenê bimeşin û li vê derê dosyayê radestî rayedaran bikin.