BI DÎMEN

Kurdên li Ewropayê li ser piyan e: Erdogan ji Kurdistanê bicehime!

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, êrîşên qirkirinê û "qanûna darbeyê" yên AKP/Qesrê şermerzar dikin. Di çalakiyên li Swêd, Elmanya û Fransayê de slogana "Erdogan ji Kurdistanê bicehime" hat qîrîn.

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, êrîşên qirkirinê û "qanûna darbeyê" yên AKP/Qesrê şermerzar dikin. Di çalakiyên li Swêd, Elmanya û Fransayê de slogana "Erdogan ji Kurdistanê bicehime" hat qîrîn.

STOCKHOLM

Bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirinê û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê li paytexta Swêd Stockholmê çalakî hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li ber deriyê Parlamenta Swêdê li hev civiyan û pankartên bi nivîsên lenetê li komkujiyên dewleta Tirk tînin, vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan, "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişîne", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "HDP gel e gel em in" hatin qîrîn. Girseya gel dosyayek li ser binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin radestî rayedarên parlamentê kir û çalakiya xwe qedand.

BONN

Li bajarê Elmanya Bonnê jî Kurdan û dostên wan bi şiyara "Dest nede vîna min, dest nede wekîlên min" meşek lidar xistin. Girseya gel li ser banga Navenda Civaka Demokratîk, Meclîsa Jinê ya Sara û PYD Bonnê li qada Frankenbadê li hev civiya û ber bi Munsterplatzê meşiya. Di mîtînga li vir de belavok hat xwendin û axaftin hatin kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Erdogan û AKP bi rakirina destnedana parlamentên HDP'ê re mora xwe datînin binê gunehekî mezin. Di çalakiyê de dirûşmên "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî", "Kujer Erdogan ji Kurdistanê bicehime", "Merkel fînanse dike, Erdogan lê dide", "PKK-Ocalan-Kurdistan" hatin qîrîn.

BERLÎN

Partiya Pîraten a Elman jî, li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li paytext Berlînê, Erdogan protesto kir. Di çalakiyê de endamên Meclîsa Gelê Kurd a Berlînê, NAV-DEM Berlîn, ATÎK, PYD Berlîn, Ciwanên Rojava, Ciwanên Azad, Meclîsa Jinê ya DESTDAN û HDK Berlîn amade bûn. Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Nisêbînê û ev êrîş hatin şermezarkirin. Parlamentera Partiya Pîraten a Eyaleta Berlînê Lea Golda di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, ew çûye Nisêbînê, rewş li cih dîtiye û ya li Nisêbînê tê kirin, di şerê herî barbar de jî li cihekî nayê kirin. Di mîtîngê de dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Kujerê zarokan Erdogan", "Leşkerên Tirk ji Kurdistanê bicehimin" hatin qîrîn.

KOLN

Li bajarê Elmanya Kolnê "qanûna darbeyê" û êrîşên qirkirinê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyên li ber Dêra Domê ya dîrokî li hev civiyan, hişyarî dan hikûmeta AKP'ê û jê xwestin, dev ji komkujiyan berde. Kurdistaniya pêngava YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê silav kirin. Di mîtînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan, alên YPG/YPJ, TJK-E, TŞYG hatin hilgirtin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Nisêbînê meşek hat lidarxistin. Li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê Kurdistanî û dostên wan li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û heta meydana Repûblîqûe meşiyan. Li vê derê jî ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin û cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê hatin bîranîn.

...