NÛ BÛ

Kurdên li Ewropayê dijîn ji bo Ocalan li kolanan e

Kurdên li Ewropayê û dostên wan, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin kolanan.

Di çalakiyên li Elmanya, Îngilîstan û Belçîkayê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Her wiha bal hat kişandin fikarên li ser jiyana Ocalan û hat destnîşankirin, ku divê derhal hevdîtin pê re bê kirin.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) der barê rewşa Ocalan de konê agahdarkirinê veda. Kurdistaniyan li vê derê belavok belav kirin û ji Elmanan re qala hevkariya hikûmeta Tirk a bi çeteyên DAIŞ'ê re kirin. Her wiha bang li Elmanan hat kirin, ku ji bo bêhnvedanê neçin Tirkiyeyê. Konê agahdarkirinê wê her roja Înê saet di navbera 14:00-19:00 de li pêşiya Dêra Jakobî were vedan.

HAMBÛRG

Ciwanên Kurd ên ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan daketin qadan. Ciwanên ku duh di saetên şevê de li Hambûrg Sternschanse kom bûn, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin starta seferberiya çalakiyan da.

Ciwanan destpêkê metna çapemeniyê xwendin û piştre li gel meşaleyan meşek li dar xistin.

Ciwanên ku xwe weke Însyatîfa Ciwanên APO’yî binav kirin; ev da daxuyanî da: “ Heta ku Ocalan azad bibe ciwan wê her kêlî û çirkeyê seferber bin. Ji vê şevê û şûn de her cûre sazî û dezgehê Tirk, hêzên tarî yên ku piştgirî û alîkariyê didin dewleta faşîs a TC di hedefa medene. Ji bo azadkirina Rêber Apo her cure erk û berpirsyariyên ku dikeve ser milê me em ê bi cih bînin. Em bang li hemû hêzên welatparêz, şoreşger, sosyalîst, çep dikin ku bi ruhê çalakiyan seferber bibin. Tecrîdê li her qadê û deverê bi dengê bilind protesto bikin. Her kesê ku dibêje ez ‘APOYI’ girêdana xwe ya bi Rêbertî û bi berpirsyartiyên xwe rabe. APOYÎ ne bi gotinê, di diyanê de bi xebat û pratîk kirinê derdikeve.”

LONDON

Li ser banga Komalên Ciwan Ewropa, ciwanên Apoyî yên li paytexta Îngilîstan Londonê ji bo balê bikişînin ser xeteriya li ser jiyana Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan bilêv bikin, daketin kolanan. Ciwanan kolana Harrîngeyê li trafîkê girtin, belavoka Komalên Ciwan Ewropa xwendin û qedexeyên ji ber Rewşa Awarte şermezar kirin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê jî, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û SKP'ê çalakiyeke hevpar lidar xistin. Kurdistaniyên li cihekî nêzî Komeleya Mala Gel a Saît Josse li hev civiyan, tîşoretên bi wêneyên Ocalan li xwe kirin û dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" qîriyan. Ciwan heta Place du Luksembûrg ku li pêşiya Parlamenta Ewropayê ye meşiyan û di peyamên xwe yên li vê derê de xwestin tecrîd derhal were rakirin. Çalakgeran gel diyar kirin, heta hevdîtin bi Ocalan re were kirin ew ê çalakiyên xwe zêde bikin.

PARÎS

Meclîsa Ciwanan a Zinar a Evry jî li paytexta Fransa Parîsê, tecrîda şidandî şermezar kirin. Çalakî li ber Dêra Saînt-Mîcheal Notre Dame pêk hat û bal hat kişandin ser fikarên li ser jiyana Ocalan. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Çalakiya li vê derê piştî belavkirina belavokan bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

 

...