Kurdên li Elmanyayê ji bo Rojava derdikevin kolanan

Li Elmanyayê wê li dijî êrîşên dewleta Tirk aktîvîteyên piştgiriya Rojava bên lidarxistin. NAV-DEM’ê ji gelê Kurd û dostên wan xwest ku tevlî aktîvîteyan bibin û banga “bi ruhê Kobanê serhildanê” kir.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkîldarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand, bl kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li dijî Rojava.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk û faşîzma AKP’ê li dijî gelê Kurd dest bi şerekî topyekun kiriye û got; “Herî dawî li gel çeteyên DAÎŞ’ê bi êrîşek berfireh berê xwe daye gelê Kurd ê li Rojava. Di êrîşên hewayî û bejahî de ku hemwext li dar xistin, bi dehan mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jiyangeh hatine xirakirin, dîsa ji ber van êrîşan nêzî sed gundên Kurdan ên li herêma Şehbayê hatin valakirin.”

BANG LI GEL Û RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ

Di daxuyaniyê de banga seferbertiyê li gelê Kurd û dostên wan hate kirin û wiha hat gotin; “Pêwîst e gelê me her deverê bike qada çalakiyê û bi ruhê berxwedana Kobanê rabe serhildanê.”

Di daxuyaniyê de her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî jî hat kirin û got; “Di serî de DYA, Rûsya, NY û YE, divê li dijî polîtîkayên hov û qetlîamker ên dewleta Tirk bikevin tevgerê û êrîşên li dijî Kurdan rawestîne.”

 NAV-DEM’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev ragihandin; “Di serî de gelê me, dostên wan, Yekîtiya Hêzên Demokratîk, ABDEM, pêkhateyên HDK-A, gelê me yê Rojava û Şengalê divê bi awayekî xurt tevlî çalakiyan bibin.”

BERNAMEYA AKTÎVÎTEYAN

Agahiyên ku aktîvîteyên zelal bûne wiha ne;

1- Hamburg: 21.10.2016 Roja Înê (Îro)
Cih: Pêşiya Sefaretxaneya TC
Saet: 16.00

2- Duisburg: 21.10.2016 Roja Înê  
Cih: Pêşiya Hauptbahnof
Saet: 17.00

3- Munster: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Karlstadt Sport Cafe Barcelona
Saet: 16:00

4- Hannover: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Pêşiya Hauptbahnof
Saet: 14.00

5- Stuttgart: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Marktplatz
Saet: 14.00

6-     Dortmund: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Pişta Hauptbahnof
Saet: 15.00

7- Hagen: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Pêşiya Hauptbahnof
Saet: 14.00

8- Bonn: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Munsterplatz
Saet: 14.00

9- Kiel: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Pêşiya Hauptbahnof
Saet: 16.00

10-  Freiburg: 21-22 Cotmehê wê stand bê danîn."