Kurd û dostên wan wê di 3’yê Îlonê de li Kolnê bin

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkildarî Festîvala Çanda Kurd a 24. a ku wê 3’yê Îlonê li Kolnê were lidarxistin, daxuyaniyek da.

NAV-DEM’ê û platformên demokratîk ên pêkhateyê wê, daxuyaniyeke çapemeniyê da û diyar kirin, 3’yê Îlonê li Kolnê, li Qada Deûtzer Werftê wê çalakiya mezin were lidarxistin.

Têkilî çalakiya ku Polîsê Elman û Rêxistina Parastina Destûrê bi hênceta ‘Ewlekariyê’ dixwstin asteng bikin, îro li Kolnê daxuyaniyek hate dayin. Daxuyaniya ku ji hêla saziyên çapemeniyê yên dîdwarî û nivîskî ya Elman û Kurdan ve bi baldarî dihate şopandin, li ser navê NAV-DEM’ê Ayten Kaplan ve hate dayin.

 ‘DERBIRÎNA AZADIYÊ DI HER ŞERTÎ DE DIVÊ WERE PARASTIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ya 24. ku dihate plankirin 3’yê Îlona 2016’an, li Stadyûma Koln Rheîn Energîeyê were kirin, beriya festîvalê bi 2 hefteyan, ji hêla rayedarên polîsan ve û ji hêla Daîreya Parastina Destûrê ve bi hênceta ‘’Ewlekariyê’’ piştî biryara beralîkirinê, bi vekişandina xwediyê cih, bi awayekî defakto hate astengkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ev helkefta polîsan weke ku diyar kirin xwe naspirê hêncêta ‘ewlekariyê’ lêb êhtir biryareke siyasî ye û hate diyarkirin, çi jî dibe bila bibe, polîs li gel ewlekariyê divê di her şert û mercî de civîn û derbirîna azadiyê ku hêmanên pergala demokratîk ên jêneger in biparêzin û ev peywira sereke yan polîsan e û bi berdewamî:

‘’Di atmosfereke wiha de ku Sefaretxaneya Tirk daxwaza qedexekirinê kir, bangên aliyên êrîşkar ên nîjatperest-radîkal ên Îslamî ku li ser medyaya civakî kirin û her carê gotina nefretê ya dijî Kurd têne nîşandan, helwesta ku rêveberiyeke demokratîk nîşan bide ne qedexekirin, parastina wê festîvalê ye ku bi mebesta aştî, demokrasî, xweşbîniyê wê pêk were.’’

 ‘POLÎTÎKAYA ÊRÎŞKAR A DEWLETA TIRK’

Di daxuyaniyê de hate gotin, Tirkiye bi bi polîtîkaya derve ya êrîşkar û ji hev cihêkar, bi siyaseta xwe ya navxweyî ku ber bi dîktatoriyê ve diçe, bûye hevkarekî ku êdî mirov nikare ragire û bi berdewamî hate gotin:

‘’Rewşa Tirkiyê, bi zextên li ser Bohnemenê, bi berteka ku li dijî pêşnûmeya Qirkirina Ermenan nîşan dayî, bi bûyerên ku her roj ji çapemeniyê xuya dikin, ji hêla Elmanya ve jî têne dîtin. Helwesta Elman a li dijî vê jî bi wê teşeyê ye ku tim tawîzan dide û serê xwe ji hemû şantajan re ditewîne. Bi taybetî jî tawîzên ji heqên zagonî, rewa, demokratîk ên Kurdan û azadiya wan mijarên sereke ne. Em van helkeftên dawî yên astengkirinê jî wekî parçeyeke ji vê siyasetê dibînin. Dîsa têkildarkirina festîvalê û saziya me ya bi PKK’ê re û amajekirina bi qedexeyê careke dî nîşan dide ku sedem ne ewlekarî ye. Ji ber ku ji 1993’an ku biryara qedexeyê hatiye standin, Kurd û saziyên Kurdan nîşan dane ku ev qedexe ne meşrû ye û her carê xwestine ku ev qedexe rabe. Di 23 festîvalan de ku hetanî niha hatine kirin, ji bo ku ev daxwaz wê beşdariyê li çareseriya arîşeya Kurd bike aniye zimên, weke daxwazeke demokratîk helbet her carê jî wê bîne zimên. Astengkirina festîvala me ya 24. ya bi vê hêncetê em meşrû û hiqûqî nabînin. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin, hetanî ku ev qedexe berdewam be, dewleta Tirk wê polîtîkayên xwe yên antî-Kurd li ser Elmanya bide ferzkirin û hate gotin, ‘’Em ji saziyên têkildar û rayedarên Elmanya hêvî dikin ku ne tenê bi encaman re lê bi jêderka arîşeyê, arîşeya Kurd re jî têkildar bibin û ji bo çareseriyê ew jî tiştinan bikin.’’

NAV-DEM’ê diyar kir, di demeke wiha de ku Tirkiye û Sûrî, Erdogan û rejîma Esad bi rêxistinên terorîst ên weke DAIŞ, El Nusra êrîşên xwe yên bi ser Kurdan de giran kirine, li vê derê jî qedexekirina çalakiyeke qanûnî û demokratîk xizmeta kê û çi dike, her roj bi encamên xwe yên neyênî bêhtir derdikevin holê.

BANGA BEŞDARIYÊ

Di dewama daxuyaniyê de cih da van îfadeyan:

“Em li gel dost û saziyên ku ji gava yeke ve bi me re di nav piştgirî û destekirinê de ne, ketin nava hewldan û lêgerînên siyasî, hiqûqî û qanûnî de. Li ser navê hewldan, hevdîtinên cûda û gotûbêjan û hem jî astengkirina hevdîtina protesto bikin û hem jî li dijîbûna di serî de çeteyên DAIŞ’ê û dirkatoriya AKP’ê bidin nîşandan, ji bo daxwazên aştî, azadî û demokrasiya gelan qîr bikin û li dijî her cûre faşîzmê li şûna Stadyûmê 3’yê Îlonê li Kolnê me biryara aktivîteyekî mezin girt. Aktivîteya ku bi hevkariya HDK-A, ABDEM, Yekîtiyahêza Demokratîk û li gel Tevgera Hezîran û Ineterventîonîstîche Lînke (IL) wê li Qada Deûtzer Werft bê li dar xistin.

Di serî de bang li hemû Kurdên ku li Ewropa dijîn û dostên xwe her kesê bi hestyar, demokrat, azadîxwaz û aştîxwaz dikin, li gel me cih bigirin, li dijî hişmendiya astengkar daxwazên xwe yên demokratîk nîşan bidin, em gelek spasiya her kes û saziyên ku piştgiriya me kirine dikin, heskirin û rêzdariya xwe nîşan didin.

Piştre li ser navê platforma Interventîonîstîsche Linke (IL) li gel Reîner Schmîdt a ku di komîteya organîzekirina NAV-DEM’ê de cih digire û li ser navê HDK-A û ABDEM’ê jî Mehemt Cengîz mafê axaftinê girtin.

Di civînê de destek dan banga çareseriyê ya KCK’ê.

Di axaftinan de wiha hate diyarkirin: “Em bang li her kesên ku xwe cihî yan jî koçber û hêzên Demokrasî û Azadîxwaz dikin ku di 3’yê Îlonê de li Koln bi şiyara ‘Ne Ji Darbeya Leşkerî û Ne Ji Dîktatoriya Sivîl Re Na! Her Bijî Têkoşîna Demokrasî û Azadîxwaziya Gelan’ beşdarî aktivîteyê bibin.”

Qisekeran destnîşan kir ku di akativîteya de agahiya ku wê Hevserok Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî weke qiseker beşdar bibe û bernameyekî bi çand û hunerê dewlemen jî heye.