'Kurd mifteya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ye'

Komîteya PYD'ê ya Danîmarkayê bi sloagan "Kurd mifteya têkoşîna ji holê rakirina DAIŞ'ê û demokratîkkirina Rojhilata Navîn e" li bajarê Arhûs ê Danîmarkayê ji bo sê rojan greva birçîbûnê pêk anî.

Komîteya PYD'ê ya Danîmarkayê bi sloagan "Kurd mifteya têkoşîna ji holê rakirina DAIŞ'ê û demokratîkkirina Rojhilata Navîn e" li bajarê Arhûs ê Danîmarkayê ji bo sê rojan greva birçîbûnê pêk anî.

Ji bo abla raya giştî ya Danîmarka û tevahiya cîhanê bikişîne ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kurdan û rola Kurdan a di têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de, Kurdên li Danîmarkayê dijîn bi pêşengiya Komîteya PYD'ê ya Danîmarkayê 3 rojan ketin greva birçîbûnê.

Ji Însiyatîfa Ciwanên PYD'ê ya Danîmarkayê koma ji 10 kesan tevlî çalakiyê bûn. Greva birçîbûnê ya roja Sêşemê li Meydana Şaredariyê ya li bajarê Arhûsê destpê kir, bi dawî bû. Bi armanca destekkirina greva birçîbûnê bi sedan kes hatin heman meydanê û duh mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de alîkariya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê hat lanetkirin û bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li pêşberî komkujiyê hat şermezarkirin.

Komîteya PYD'ê ya Danîmarkayê bi rêya çalakiyê ev bang kir:

"Em Kurdên li Danîmarkayê dijîn di wê baweriyê de ne ku DAIŞ gefê li tevahiya gelên herêmê dixwe, pêwîste teqez pêşî lê bê girtin û ev yek jî bi têkoşîna gelê Kurd dibe.

Ji bo pêşîgirtina li gefa DAIŞ'ê, li gorî me divê ev gav werin avêtin:

Tirkiye û welatên mîna wê yên destekê didin DAIŞ'ê, rê li ber derbasbûna çeteyan vedike û milîtanên birîndar tedawî dike, dawî li vê helwesta xwe bînin.

YPG û PKK ên li Sûriye û Iraqê li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê li refên herî pêş ên têkoşînê cih digirin, li platforma navneteweyî bên naskirin û alîkariya çekan ji wan re bê dayîn.

Neteweyên Yekbûyî ji bo ji sivîlên ji terora DAIŞ'ê reviyane herêmên ewle ava bike, hîn bêhtir bi rola xwe rabe.

Çalakiya me ya greva birçîbûnê bangeke li hemû hêzên demokrasiyê, humanîst, aştiyane, rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê ye ku di vê dema zehmet de alîkariyê bi Kobanê re bikin."

...