BI DÎMEN

Kurd li Goteborgê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Kurdistaniyên li bajarê Goteborg ê Swêdê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li navenda bajêr meşiyan.

Li pêşiya meşê pankarta bi nivîsa "Di salvegera 18. de em komploya li dijî Ocalan şermezar dikin" hat vekirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan", "Hûn nikarin roja me tarî bikin", "Ocalan gel e, gel li vir e", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Bê Serok jiyan nabe", "Destên xwe yên bi xwîn ji Ocalan vekişînin" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn.

Bi sedan kesên li Brûnnparken a li navenda bajêr li hev civiyan, li vê meydanê jî ji bo azadiya Ocalan dirûşme qîriyan û AKP-dewleta Tirk protesto kirin.

Ji Tevgera Jinên kurd Kanî Berzangî û rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê, li vir axivîn. Qisekeran diyar kirin, di şexsê Ocalan de hewl hat dayîn ku vîna gelê Kurd teslîm bê girtin û gotin, Bi taktîk û stratejiya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd re pêşî li vê komployê hatiye giritn. Qisekeran ji bo azadiya Ocalan banga geşkirina berxwedanê kirin.

Çalakî li ser banga PJAK'ê, bi piştgiriya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Komîteya Rojava û komeleyên jinên Kurd ên li Goteborgê hate lidarxistin. Çalakî bi xwendina sirûdên bi Kurdî û qîrîna dirûşman qediya.