Koordînasyona HDK-A encamên civîna xwe eşkere kir

Koordînasyona Hewldana Ewropayê ya HDK'ê (HDK-A) encamên civîna xwe ya roja 20'ê Tebaxê li Brukselê pêk anî, eşkere kir.

Koordînasyona Hewldana Ewropayê ya HDK'ê (HDK-A) encamên civîna xwe ya roja 20'ê Tebaxê li Brukselê pêk anî, eşkere kir.

Di encamnameyê de hat ragihandin, ku di civînê de xebatên damezradina HDK-A hatine nirxandin û hat gotin, "Endamên koordînasyona hewldana HDK a welatên Elmanya, Îngilîstan, Swîsre, Belçîka û Hollandayê tevlî civînê bûne.

Civîna me ya koordînasyonê, ji civîna beriya niha û vir ve xebatên damezrandinê yên HDK-A nirxand, kêmasiyên derketin holê tespît kir, rexnedayîna xwe da û biryarên nû stand."

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, Hevberdevkên HDK-A wê êdî dest li rewşa rojane ya siyasî werin, bi daxuyanî û belavokan helwestê nîşan bidin û bangawaziyan bikin.

Hat ragihandin, koordînasyon wê heta civîna xwe ya pêş, pêşnûmeya bername û rêziknameyê amade bike û pêşkêşî kongreya HDK-A bike.

Li gorî encamnameyê, di civînê de ji bo beşdariyeke xurt a li kampanya 'Nebe hevparê sûc' bang li hemû endamên HDK-A hatiye kirin. 

Hat gotin, ev kampanya ji bo teşhîrkirina peymanên qirêj ên navbera Ewropa û dewleta Tirk tê meşandin, wê heta meha Cotmehê dewam bike û weke HDK-A dixwazin herî kêm 200 hezar îmzeyan kom bikin.

Di civînê de bang li hemû parêzvanên mafên mirovan, demokrat, antîfaşîst û hêzên çep ên li Ewropayê hat kirin ku destekê bidin kampanya wan û li navnîşana www.nodirtydeal.net mora xwe deynin binê kampanyayê.

Di encamnameyê de hat gotin, "HDK-A, li dijî pêkanîn û rewşa awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê hat ragihandin, Yekîtiya Hêzê ya ji bo Demokasî û Kedê, ku li hemberî faşîzm, darbe û Rewşa Awarte ava bû, silav dike.

Li gorî encamnameya civînê, HDK-A wê ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan li Ewropayê têbikoşe û di demeke kurt de bi rêya heyetekê bi CPT re hevdîtinê bike. Her wiha piştgiriyê dide greva birçîbûnê ya Meclîsa Êzidiyên Şengalê ya ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan.

Di encamnameyê de, zextên dewleta Elman ên li ser NAV-DEM'ê ku yek ji pêkhateyên HDK-A ye hat şermezarkirin û ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 3'ê Îlonê banga tevlîbûneke xurt kir.

Her wiha biryar hat dayîn, kongreya damezrîner a Ewropayê ya HDK-A, di 22-22'ê Çileya 2017'an de bê lidarxistin.