Konseya Ewropayê ji bo Îmraliyê salek da Tirkiyeyê

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de ji Tirkiyeyê xwest ku derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta Îlona 2022’an agahiyekê pêşkêş bike.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di dema civînên xwe yên 29’ê Mijdarê û 2’ê Kanûnê de li ser dosyeyeke derbarê Îmraliyê jî sekinî.

Komîte di rûniştina xwe ya 1’ê Kanûnê de li ser Tirkiyeyê nîqaş kir.

Komîteyê derbarê biryara ‘Ocalan-2’ derbarê kesên girtî ne, agahî xwest.

Komîteya Wezîran ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku derbarê pêşketinên di warê pêkanîna tevdîrên giştî de divê heta Îlona 2022’an agahiyan bide.

Biryarên komîteyê bi kurtî wisa ne

- Ji ber di mevzûata Tirkiyeyê de mekanîzmaya lêkolîna cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî de tune, ev doz têkildarî pêşîlêgeirtina miameleya xerab e, divê vê tespîta binpêkirinê hêviyekê nede serlêderan ku wê berdan pêk were û lê divê rayedarên neteweyî li gorî standardên ji aliyê dadgehê hatine diyarkirin ku mekanîzmayeke lêkolînê ava bikin.

- DMME tespît kiriye ku xala 3’emîn a Peymanê ya derbarê şertên girtina piştî dema 17’ê Mijdara 2009’an de a doza Ocalan (No:2) binpêkirin tune, dadgeh li ser serlêdana şertên girtinê mijûl e, ev şertên girtinê ji aliyê Komîteya Pêşîlêgirtina Cezayê yan jî Miameleya Xerab a Dermirovahî û Êşkenceyê ya Ewropayê tê şopandin, di nav van şertan de derbarê şertên girtîbûnê ya serlêderan de tu tevdîreke şexsî ne hewce ye.

- Hatiye diyarkirin ku tevdîrên şexsî vî tiştî girêdayî pêkanîna tevdîrên giştî ne.

- Hatiye diyarkirin ku wekî ku DMME jî diyar kiriye heke mekanîzmayeke lêkolînê were pêkanîn, derfeta serlêdana ji bo berdana bi şert çêdibe, lê heke rayedar bigihêjin wê encamê ku wê ev kes di nav civakê de xetereyê bidomîne, nayê wateya ku wê berdana bi şert teqez pêk were.

- Rayedar ji bo tevdîra li hemberî van binpêkirinên di biryaran de hatine tespîtkirin têra xwe agahî nedane û ji bo ku çarçoveya qanûnî li gorî standarên Dadgehê pêk bînin bang li wan hatiye kirin û hatine teşwîqkirin ku mînakên baş ên reformên dewletên din ên endam in, sûdê werbigirin.

- Di heman demê de derbarê kesên cezayê girtîgehê ya muebet li wan hatiye birîn jî agahî  hatiye xwestin.

- Rayedar ji bo pêşketina pêkanîna tevdîrên giştî divê herî dereng heta dawiya Îlona 2022’an agahiyan pêşkêş bikin.”