Kongreya Êzidiyan û KNK: Pêwîst e gelê Şengalê xwedî li PKK’ê derkeve

Kongreya Êzidiyan a Rûsya û Kongreya Neteweya Kurd (KNK) bi daxuyaniyek hevpar polîtîkaya durû ya Qasim Şeşo şermezar kirin.

Kongreya Êzidiyan a Rûsya û Kongreya Neteweya Kurd (KNK) bersivek tund dan daxuyaniya Qasim Şeş oku têkîldarî hebûna gerîla ya li Şengalê ragihandibû.

Di daxuyaniyê de li ser pêşketin û bûyerên li Rojhilata Navîn hate rawestandin û ev hatin gotin; “Em hemû di pêvajoyek girîng û jiyanî re dibihurin. Bi taybet li beramberî bûyerên Tebaxa 2014’an li Şengalê pêk hatin ti kes nikarîbû bê deng bima û nema jî. Êşên mezin rû dan. Çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê bi hezaran Êzidî qetil kirin, bi hezaran dîl girtin û aqûbeta piraniya wan jî nediyar e.”

‘PKK TEVAHÎ GEL PARASTIN’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd ti carî li gor provakasyonan tevnegeriyaye û bi gelan re jiyanek aştiyane jiyaye, hate diyarkirin ku hêza vê nêzîkatiya pêş xistiye û parastiye jî PKK û Rêbertiya PKK’ê ye.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “PKK’ê ji milekî derbeyên mezin li DAÎŞ’ê xistin, li milê din jî gelên li herêmê parastine. PKK’ê ji bo parastina gelê me yê li Başûrê Kurdistanê fedakariyek mezin kiriye û gerîla seferber kirine.”

Di daxuyaniya Kongreya Êzidiyan a Rûsya û Kongreya Neteweya Kurd (KNK) de bal hat kişandin ku îro li Rojhilata Navîn PKK’ê hêza herî stratejîk û dînamîk e, mînakên serkeftinên Kerkûk, Şengal û Mexmûrê hatin dayîn.

‘DEMA ÊZIDÎ DIHATIN QETILKIRIN QASIM ŞEŞO LI KÛ BÛ?’

Di daxuyaniyê de têkîldarî nirxandinên Qasim Şeşo yên têkîldarî PKK û gerîlayên HPG’ê ev hatin gotin; “Lê îro hin ûnsurên mîna Qasim Şeşo careke din dibêjin pêwîst e PKK’e ji Şengalê derkeve. Ev kesayetana çawa ne nûnerên gelê me yê Êzidî ne, her wiha bi pozîsyona xwe ya li dijî DAÎŞ’ê jî baweriya gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi xwe nehiştine. Belê, em dipirsin; Dema Êzidî dihatin qetilkirin, DAÎŞ’ê axa Başûrê Kurdistanê dagir dikir, Qasim Şeşo û yên mîna wî li kû bûn? Çima li şûna parastina gelê me, revîn? Bersivên van pirsan, esas gelê me dizane.”

JI BO ÊZIDIYAN BANG

Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû; “Di vê merheleyê de ku hê qetlîam pêk tên, DAÎŞ’ê hovîtiyan dike, wezîfeya dikeve ser milên hêzên Kurd yekîtî ye. Banga me ji bo gelê me ew e ku li dijî ûnsurên mîna Qasim Şeşo bibin xwedî bertek û helwest û xwedî li hêzên mîna PKK’ê derkevin ku li dijî DAÎŞ’ê gelê me parastiye.”