'Kongreya berxwedanê' ya DBP'ê destpê dike

DBP a ku bûye hedefa êrîşên giran ên AKP/Qesrê, 4. kongreya xwe ya awarte lidar dixe. Malbatên mirovên di berxwedana xwerêveberiyê de hatin qetilkirin, beşdarî kongreyê bûn.

DBP a ku bûye hedefa êrîşên giran ên AKP/Qesrê û tevî Hevserok Kamûran Yuksek bi sedan rêveberên wê hatine girtin, 4. kongreya xwe ya awarte pêk tîne. Kongreya avakirinê bi dirûşmeya "Bi biryardarî azadî, bi biryardarî berxwedan" li Ankara Buyukhanli Park Otelê tê lidarxistin. Polîsên Tirk bi kamerayê dîmenên her kesî ketin salona kongreyê kişandin. Tevî benda kontrolê ya polîsan a li derveyî avahiyê, li pêşiya salonê jî wezîfedarên DBP'yî benda kontrolê danîn û lêgerîn kirin.

BERXWEDAN HAT SILAVKIRIN

Li salona kongreyê pankarta bi nivîsa "Me li ber xwe da, me serî netewand, bi me serbilind bin", ku gotina hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tûnç û Asya Yuksel e, hat daliqandin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Em bi hêza Şoreşa Rojava ber bi azadiyê ve dimeşin", "Me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî bi ser kevin", "Bes e ji operasyonên qirkirina siyasî re", "Ji Ocalan re azadî", "Bi şoerşa jinê em xweseriya demokratîk ava dikin", "Em bi Rêbertî dimeşin, bi şoreşê mezin dibin" hatin daliqandin.

Wêneyên Fatma Ûyar, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Taybet Înan, Mehmet Tûnç, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ên di berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li salona kongreyê hatin daliqandin.

MALBATÊN NIRXAN Û HEVSEROK LI SALONÊ NE

Tevî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu, Hevşaredarên DBP'yî û parlamenter beşdarî kongreyê bûn.

Dayika Tûnç Esmer Tûnç, dayika Yavûzel Hanim Yavûzel, dayika Demîr Sakîne Demîr, dayika Nayir Behiye Nayir jî li salona kongreyê ne.

Di kongreyê de wê nameya Hevserokê Giştî Yuksek ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê tê ragirtin, bê xwendni.

Ji bo diyarkirina hevserokên nû û organên partiyê, wê bi yek lîsteyê hilbijartin were kirin.