Kongreya 2. a MSD'ê qediya

Kongreya 2. a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk qediya. Encamên kongreyê bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin.

Kongreya Duyemîn a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi eşkerekirina encamnameyê qediya.

Encamnameya kongreyê wiha ye:

"Kongreya duyemîn a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi beşdariya 118 Endam, nûnerên rêxistinên siyasî û civakî yên ji hemû herêmên Sûriyeyê di 25`ê Sibata 2017`an de li bajarê Dêrikê hat lidarxistin. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre gotina vekirinê ji aliyê Hevseroka Meclîsê ve hat kirin. Paşê xebatên kongreyê bi xwendina rapora salane ya Desteya Serokatiyê û nirxandina xebatê ve dewam kir.

Her wiha belgeya siyasî, nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê hat nîqaşkirin û sîstema hundirîn a Meclîsê hat sererastkirin. Piştre jî beşdaran belge erê kirin û destnîşan kirin ku çareseriya leşkerî, aloziyê bi dawî nake û pêwîste çareserî bi rêya xebatên siyasî û nîqaşeke Sûrî-Sûrî ya di bin sîwana navneteweyî de,  pêk were.

Aloziya Sûriyeyê derbasî sala xwe ya 7′emîn dibe û heta niha ti çareserî xuya nake. Ev yek ji ber zihniyeta dûrxistin û keysbaziyê ya piraniya aliyên şerê Sûrî û tinebûna îradeyek rasteqîn a navnetewî ku hêviyên gelê Sûriyeyê di azadî û rumetê de pêk tîne.

Dîse ji ber ku hêzên demokratîk ên çalak, di serî de Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji ber zextên Tirkiyeyê tevlî kongreya navdewletî nebûn, ew kongre negihîşte ti encamê.

Beşdarbûna Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo peydakirina çarseriyeke rasteqîn û avakirina Sûriyeya Demokratîk de, pêwîstiyeke sereke ye.

Çi projeyên dewlemendiya etnîkî, çandî û olî yên Sûriyeyê di berçavan re nagire, hewl dide ku careke din rejîma kevin vejîne. Ev ne projeyeke domdar a çarseriyeyê ye û ji bo pêkanîna aştiyê, pêwîstî bi hin gavan heye:

*Rawestandineke giştî ya şer û ev yek di bin sîwana navneteweyî de be
*Berdana kesên dîl û yên hatine revandin, ev yek jî ji aliyê hemû hêzan ve pêk tê
*Derxistina çekdarên biyanî û bi hev re li hember teror û hêzên radîkal bê şerkirin
*Bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê re
*Rakirina dorpêçkirinê
*Peydakirin zemînê vegera koçber û penaberan

Beşdaranan destnîşan kirin ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk projeyek siyasî, niştimanî, demokratîk û Sûriye, hewl dide hemû pêkhateyên civakê, hêzên siyasî û kesayetên niştimanî di vê qonxana hestiyar de bihewîne. Lewma em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku em bi hev re kar biki jib o ku welatên xwe rizgar bikin û hêviyên gelê Sûriyeyê û parastina yekîtiya wê bi sîstema federaliya Demokratîk pêk bînin.

Beşdaran bal kişandin ser tecrubeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  û projeya federaliyê weke numuneya çareseriyê ku dikare di tevahiya Sûriyeyê de bê pêş xistin. Her wiha Îlham Ehmed û Şêx Riyad Derar weke hevserokên meclîsê hatin hilbijartin. Her wiha Desteya Siyasî jî hat hilbijartin.

Di dawiyê de beşdaran malbatên şehîdan û hêzên QSD'ê ku bi piştgiriya hêzên koalîsyona navneteweyî destketiyan bidest dixin, silav kirin."