Konferansa Komara Demokratîk: Divê gel di nirxên hevpar de werin ba hev

Siyasetmedar Ahmet Turk di Konferansa Komara Demokratîk de axivî û got: “Divê gelê Kurd û gelê Tirk li ser nirxên hevpar ên demokratîk bên cem hev.” Hiqûqzan Tiza Turkmen jî pêşniyaza damezrandina meclîsek nû ya duyemîn kir.

Konferansa Komara Demokratîk a ji hêla HDP’ê ve bi nîqaşên “Kurd çi dixwazin, Tirkiyeyeke çawa” li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoyê didome.

KOMAR: MÛHASEBEYA SEDSALÊ

Di rûniştina ewil a konferansê de bi sernavê “Komar: Mûhasebeya Sedsalê” nîqaş tên kirin.

Sureyya Karacabey moderatoriya rûniştinê dike û ewilî Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji wezîfeyê hatiye girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, axivî. Turk ji ber nexweş bû li eywanê ne amade bû û bi online beşdarî konferansê bû.

Ahmet Turk destnîşan kir ku Împaratoriya Osmanî li ser yekperestiyê hatiye avakirin û wiha axivî: “Tirkbûn û tirkperestî, di wê heyamê de ket rojevê. Di heyamek ku  Îttîhat Terakkî bi mantiqa netew dewletê bû yek pêk hat. Hişmendiyek netew dewletê bû sedema ku Kurd û gelên ne misilman û hemû bîr û bawerî yanî bi milyonan mirov êşê bikişînin. Her çiqas di kongreyên Sêwaz û Erziromê de soza xweseriyê dabin Kurdan jî lê paşê Mustafa Kemal, projeya ku îslamê esas digire meşandiye lê piştî damezrandina Komarê şûnve ev bi temamî hatiye guhertin. Mustafa Kemal di wê heyamê de bi gotina ‘Welatperwerî Tirkbûn e’ ew peyman ji holê rakiriye.

Ez dixwazim serhildana Şêx Seîd bi bîra we bixim. Piştî sala 1925’an Îsmet Înonû ji bo têkbirina serhildana Şêx Seîd bi roleke mezin rabûye. Wê demê serokwezîr bû. Niha li vir du tiştên girîng hene. Asîmîlekirina Kurdan bi anîna hin koçberan li cihên ku gelê Kurd lê kom bûye, pêşîgirtina Kurdayetiyê bû. Di sala 1932’yan de seferên Îsmet Paşa yên Kurdistanê û raporên li ser hemû bajaran hatin amadekirin. Di vir de hemû mijar projeyek weke Tirkkirina resen a Kurdan bû. Di salên 1960 û 80’î de berdewam kir. Axaftina li ser Kurdan hatiye qedexekirin, dema em tên îro em dibînin ku mantiqa siyaseta netew-dewlet û dewletê tu carî neguheriye.

Dema em dikevin sedsala duyemîn a komarê, bêyî parvekirina van rastiyan bi civakê re û misogerkirina guhertin û veguhertinê avakirina komara demokratîk ne hêsan e. Em dixwazin bidin xuyakirin ku heta ku siyaset û aliyên siyasî yên heyî guhertineke cidî di daxwazên Kurdan ên hemwelatîbûna wekhev û azad de nîşan nedin û civak ji vê re ne amade be, demokratîkbûna komarê di sedsala duyemîn de ne hêsan e. Bi rastî erka herî mezin dikeve ser milê me. Divê kesên li vê salonê tiştên ku di sedsala dawî de qewimîn bi civakê re parve bikin. Bi vegotina neheqiyên li ser Kurdan û gelên li vê erdnîgariyê dijîn dikare guhertin û veguhertinê çêbike.

DIVÊ KURD Û TIRK DI NIRXÊN HEVPAR ÊN DEMOKRATÎK DE KOM BIBIN

Ji ber vê yekê jî kesên bi nirx, demokrat û rewşenbîrên ku siberojek demokratîk di hundirê xwe de kirine, dikarin bi dest bixin, yên ku bi demokrasiyê bawer in dikarin bi dest bixin. Civaka ku siberoja Tirkiyeyê bi têgihiştineke ku dê mafên gelên Tirkiyeyê hembêz bike. Heke em vê yekê nekin, ji siyasetê bêtir hêvîya tiştekî xeyalî ye. Divê gelên Tirkiyeyê bên ronîkirin. Divê em diyar bikin ku tu carî niyeta Kurdan tune ku Tirkiyeyê parçe bikin, divê gelê Kurd û Tirk di nirxên hevpar ên demokratîk de li hev bicivin. Heger em bi rastî yekîtiyê dixwazin, divê em zanibin ku li ser esasê hemwelatîbûna wekhev li hev kombûn dê pirsgirêka Kurd çareser bike û demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Divê raya giştî baş bizanibe ku çima siyaseta ku ji berê heta niha Kurdan wek xeternak dibîne, niha Kurdan dike dijmin. Heke em karibin van hemûyan bi ser bixin, em dikarin siberoja xwe ewle bikin. Nêzîk e ku gelên vî welatî di pêşerojeke hevpar a demokratîk de bicivin."

‘DIVÊ EM PIRSGIRÊKÊN GIRÎNG ÊN VÎ WELATÎ ÇARESER BIKIN’

Nivîskar Mûrat Belge jî diyar kir ku di mijara demokrasiyê de encamêk gelek qenc di dîroka komarê de derneketin û komarek bêdemokrasî sedsalek li pey xwe hişt. Belge da zanîn ku ew di wê potansiyelê de ne ku antî-demokrasiyê veguherînin demokrasiyê de ne û got: “Em ber bi hilbijartinek dîrokî ve diçin. Bi vê yekê re jî em di pêvajoyek krîtîk de derbas dibin. Ev pêvajoyek girîng e. Divê em pirsgirêka herî mezin a vî welatî çareser bikin. Em qala demokrasiyê dikin lê gelo wê Kurd tê de cih negirin? Helbet ev qonaxek zor e.”

Rojnamevan-nivîskar Necmiye Alpay jî li ser zanist û rasteqîniyê axivî û anî ziman ku ji bo rastî were tunekirin her cure amûr tên bikaranîn û wiha got: “Gelek mirov nizanin ku zimanê zikmakî çi ye. Bi tu awayî nehatiye tomakirin û nedane hînkirin. Ez di navbera wan rojan û van rojan de diçim û têm. Îro li dibistanan tenê zimanê Tirkî perwerde tê dayîn. Zarokên netewên din ji mafên perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in. Xwîn diherike lê girêdanek di navbera zimanên me de tune ye.”

KOMARÊ KAPÎTALÎZM HILBIJARTIYE

Alpay da zanîn ku Komarê kapîtalîzmê hilbijartiye û her çiqas têkoşîn hat kirin jî lê sermayeya Tirkiyeyê ketiye destê emperyalîzmê. Alpay anî ziman ku ji bo siberoja komarê ya sedsala duyemîn têgehên “tundî-terorê” girîng in û got: “Wisa xuya dike ku wê di sedsala pêşiya me de jî ev peyv hebin.”

Rojnamevan-nivîskar Oya Baydar jî pirsa “Komarek sedsalî çima di vî rewşê de ye?” kir û got: “Divê modela ku gelê Kurd û gelê Tirk avakar be were pêkanîn û netewên din jî girîng in. Heke kes nikaribe xwe îfade bike û mafên netewên din neyê nasîn divê em li ser bîrdoziya komarê biaxivin.”

Hiqûqzan Riza Turmen destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku Tirkiye gihiştiyê de, lidarxistina Konseransa Komara Demokratîk girîng e û wiha got: “Em vî temenî, me li komarek demokratîk nejiya. Em di pêvajoyek wisan de ne ku piştî vê yekê em dikarin tiştek nû ava bikin. Êdî tam demê nîqaşkirina ‘Gelo em dikarin komarek demokratîk a nû ava bikin?’ Komar di salên 1920’an de maye. Dewletparêzî di heman demê de hêmanek e ku li ser hemû rêveberiya dewletê serwer e. Dewletê netewa xwe bi xwe ava kiriye.”

‘DIVÊ HIŞMENDÎ WERE GUHERTIN’

Turmen diyar kir ku yek ji taybetmendiyên girîng a komara Tirkiyeyê, welatîbûn e û got: “Ev welatîbûn, taybetmendiyên cuda ji nedîtî ve tê. Civakek bi yek tîpê ava dike. Mafên çandî jî hene. Divê ev hişmendî bê guhertin.”

Turmen got ku li Tirkiyeyê nîqaşên demokrasiyê li ser dewletê re tê kirin û ev tişt anîn ziman: “Divê ev yek bê berovajîkirin. Divê nîqaşên demokrasiyê li ser gel re bê kirin. Li Tirkiyeyê divê gel bê xistina nav siyasetê. Pirsgirêka herî mezin ew e ku siyaset bêyî gel tê kirin.”

MECLÎSEKE DUYEMÎN DIKARE WERE AVAKIRIN

Turmen ku li ser “Demokrasiya parlamenter” disekine, wiha pê de çû: “Meclisek duyemîn dikare bê avakirin. Ev meclis bila ji derveyî partiyên siyasî, endamên xwe hilbijêre. Unîteyên ku bên avakirin, dikarin delegeyên xwe bişînin unîteya mezin. Dibe konseya bajar be. Ev delegeyane, di navbera xwe de dikarin endamên biçin meclisê hilbijêrin. Ev meclis wê bibe meclisa gel.”

Turmen destnîşan kir ku alternatîfa yekane ya Masaya Şeşan, “Sîstema Parlamenter a hatî Bihêzkirin e.”

Siyasetmedar Sirri Sureyya Onder beşdaran bi Kurdî silav kir û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ez naxwazin xatira kesê bişkînim, lê têkîliya ku desthilatdarî dixwaze bi guhertina makeqanûna di navbera jin û malbatê de ava bike, ji têkîliya girtîgehê ferq nîne. Dema hûn dijminê xwe hildibêjêrin, divê bi baldar bin, dibe hûn dema pêş mîna wan lê bên. Girtina min a polîtîk a yekem, di temenê min ê 16 saliyê de di dema protestokirina Komkujiya Mereşê de pêk hat. Divê em li pêşiya xwe binêrin û bi vî awayî bimeşin.

‘KURD DIXWAZIN LI VÎ WELATÎ BIBIN XWEDÎ GOTIN’

Me ji lewaziya ‘Sîstema Parlamenter a hatî Bihêzkirin’ ti xêr nedît. Bi hezaran mirov ketin bi axê, ketin girtîgehan, hatin sirgûnkirin. Tirkîtî bi 150 siwariyan hat vir. Çekên wan tine bûn, bê mecal bûn. Li ser gotinekî ev der kirin warê xwe. Dema Tirkîtî hatî vir, qasî îro ne xwedî nêzîkatiyek a çareserkirina pirsgirêkan bû.

Kurd dixwazin li welatî bibin xwedî gotin. Ji bo parvekirina serweriyê, tiştek ku mirov pê bitirse nîne. Em navê wê rast deynin. Gelê Kurd û dostên me yên sosyalîst, ji bo van hemû agahiyan berdêlên giran dane. Qasî ku ji bo me girîng, ji bo kesên girîng nîne. Em berdêla wê bi jiyana xwe didin.”