Konferansa Komara Demokratîk didome

Konferansa Komara Demokratîk bi rûniştina bi sernavê “Dînamîkên Damezirandina Komarê” didome.

Konferansa Komara Demokratîk a ji hêla HDP’ê ve bi nîqaşên “Kurd çi dixwazin, Tirkiyeyeke çawa” li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoyê didome.

Di rûniştina duyemîn a konferansê de bi sernavê “Dînamîkên damezrandina Komarê-1” berdewam kir. Ayşegul Devecîoglû moderatoriya rûniştinê kir. Nivîskar Bariş Unlu li ser mijara “Gelo komar peymanek bû?” axivî. Doktorê dîrokê û siyasetê Hamît Bozarslan jî li ser mijara “Di damezrandina komarê de Kurd” û nivîskar Tanil Bora jî li ser mijara “Nijadperestiyek demokratîk -Çima pêk nehat?” axivîn.

Ji akademîsyenên Zanistên Civakî yên Zanîngeha Parîsê bi online beşdarî konferansê bû û got ji ber vê Konferansa Komara Demokratîk ew HDP’ê pîroz dike. Bozarslan bal kişand ser damezrandina Komarê û wiha axivî: “Dibêjin, Tirkiye çawa hatiye rizgarkirin? Divê ku di sedsala duyemîn de pirsek nû bê kirin. Tirkiye çawa hat avakirin, kê ava kir, li dijî kê hat ava kirin? Divê mirov van pirsan bipirse. Gelo komar li dijî kê hat avakirin? Tirkîbûna Komarê li dijî Asyayê wek serkeftinê hat pênasekirin. Pirsa min ev e, dema komar hat avakirin, gelo ev gelên din di kîjan şertan de bûn? Ez ê tenê behsa Kurdan nekim. Divê em behsa civak, netew, bîr û baweriyên din jî bikin. Gelo Kurd di sala 1923’yan di dema damezrandina komarê de di çi şertan de bûn? Kurd di wê heyamê de wek gelekî têkçûyî tên nirxandin.”

Bozarslan destnîşan kir ku bi Peymana Lozanê Kurd bi xiyanetê re rû bi rû man û wiha got: “Ji ber ku sozên ji Kurdan re hatibûn dayîn pêk nehatin û li Lozanê xiyanet li wan hat kirin, neçar man dest bi serhildanê kirin. Kurdbûn ji ber ku Tirkbûnê qebûl nake, wek talûkeyekê tê dîtin. Kurd wek paşverû û feodal tên dîtin lê wek kirde û bireser nayên pênasekrin. Tirkbûn jî wek şoreşger, wekhev û kirde tên nirxandin. Bi Komarê re Kurdistan wek cihê mêtingehiyê tê nasîn. CHP’ê partiya yekane ye lê CHP’ê li Kurdistanê nîne. Li ser sînoran mayîn tên bicihkirin. Piştî 1920’an sînorê Kurdan tê parçekirin. Lewma em dibînin ji ber van sedeman her tim Kurdan wek gelekî têkçûyî dibînin.”

Bozarslan anî ziman ku xeyala erdnîgariyek hevpar derketiye holê û wiha axivî: “Piştî sedsalî li Tirkiyeyê yê îro ku dîlgirtî ye kê ye, yên ku azad in kî ne? Li Tirkiyeyê îro Kurd azad in. Li girtîgehan di bin zextek giran de ne. Kurd ji ber ramanên xwe, xwendinên xwe yên dîrokî, di siberoja xwe de avakar in, di hunerê de afirînerin azad in, lê belê ya ku dîlgirtî ye Tirkbûn e. Lê gelo Tirkbûna ku dibêje ‘qûmaş bi xwîna şehîd ku şil bibe dibe al’ li Tirkiyeyê azad e? Em dibînin ku li Tirkiyeyê Tirkbûn jî ne azad e.”

Tanil Bora  û Bariş Unlu jî li ser mijarên xwe axivîn û nêrînên xwe parve kirin.