BI DÎMEN

Komploya 15'ê Sibatê li Rûsyayê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li Mîçûrînskê dijîn, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û êrîşên faşîzma AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Mîçûrînskê dijîn, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û êrîşên faşîzma AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin.

Kurdistaniyên li herêma Mîçûrînsk a bajarê Tambov ê Rûsyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya lihemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyan. Li ser navê Kurdistaniyan endamê Komîteya Gel Nevî Evdo axivî û got, "Yên ku bi dîlgirtina Rêberê me er xwestin vîna me teslîm bigirin, îro komkujiyan li gelê me dikin."

Endamekî din ê komîteyê Avraman Rezan jî di axaftina xwe ya li vir de banga xwedîderketina li berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê kir. 

Rezan da xuyakirin, ku hêzên faşîst bi pêşengiya AKP'ê li Bakurê Kurdistanê, jin, zarok, ciwan, extiyar Kurdan qetil dikin, bi vî rengî hewl didin vîna gelê Kurd bişikînin û got, "Lê belê Kurd ewçend bêçare, bêhêz nîne ku serê xwe dirêjî ber celadan bike. Tevî hemû derfetên xwe û desteka navneteweyî jî dewleta Tirk ev 2 meh in nikare bikeve Sûr û Cizîrê. Divê hemû bajarên Bakurê Kurdistanê bibin keleha berxwedanê ya Cizîr û Sûr, ku xeyala Kurdan a azadiyê pêk were. Weke Kurdistaniyên li vê derê dijîn, em berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav dikin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedana Cizîr û Sûrê derkeve."