NÛ BÛ

Komkujiya Parîsê: Malbatan gilî kirin

Malbatên sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin, ji bo lêpirsîna piştî mirina bi guman a kujer hat girtin bidome, gilî kirin.

Di gilînameyê de tê xwestin, yên fermana kuştinê dane bên tespîtkirin û darizandin. Ev gilî li dijî hevparên sûcê komkujiyê hat kirin.

Roja 9'ê Çileya 2013'an, yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîs Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê bi guleyên li serê wan ketî, hatibûn înfazkirin.

Kujer Omer Guney, çend hefte beriya destpêkirina rûniştina dozê, di 17'ê Kanûna 2016'an de li girtîgehê miribû.

Diviyabû doz di 23'ê Çileyê de li Dadgeha Ceza ya Parîsê bihata destpêkirin. Lê belê ji ber ku gumanbar Guney mir, doz di pratîkê de hat girtin.

Tevî ku Omer Guney bersûcê girtî bû, dozgerên lêpirsîn dikirin, rola îstîxbarata Tirk MÎT'ê ya di komkujiyê de derxistibûn holê.

Di dosya dozê de, tespîta yên fermana kuştinê dane, nehatibû kirin. Lê belê hemû delîl û belgeyan, Enqere weke navnîşana vê yekê nîşan didan.

Tevî ku tê gotin rîsk heye zemîna hiqûqî ya dozê ji holê bê rakirin, ji parêzeran Atoîne Comte balê dikişîne ser nuqteyeke cuda.

Atoîne Comte ji AFP'ê re axivî û diyar kir, biryara sekinandina dozê tenê li ser bersûc bû.

Comte da zanîn, dadgerî di biryara xwe ya li ser dozê de, têkildarî neşopandina hevparên sûc û yên ferman dane, tiştekî nabêje.

Parêzer Comte li ser mijarê wiha domand; 

"Omer Guney, tetîkkêşek bû ku, di nava yekîneyên Îstîxbarata Tirk ên ji bo înfaza mîlîtanên Kurd yên li Ewropayê hatibûn sazkirin. Em nikarin destûr bidin li Fransa cinayetên siyasî pêk bên û ji nedîtî ve bên."