BI DÎMEN

Komkujiya li Xerabê Bava hat şermezarkirin

Komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê û derdora wê dike, li Fransa, Awûstûrya û Elmanyayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê û derdora wê dike, li Fransa, Awûstûrya û Elmanyayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, dagirkerî û terora dewleta Tirk a li gundê Nisêbînê bi meşekê hat şermezarkirin.

Li ser banga rêveberiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Montpellîerê, gelek Kurdistanî li Parka Peyroû li hev civiyan.

Girseya gel bi qîrîna dirûşma "Kujer, dîktator Erdogan" dest bi meşê kirin û li ser komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, belavok belav kir.

Piştî meşê li meydana Comedîe mîtîngek hat lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Cevat Guneş axivî û got, "Bi destpêkirina pêvajoya referandûmê re dewleta Tirk a dagirker faşîst, zext û komkujiyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dike, zêde kir. Dîktator Erdogan, bi van zext û komkujiyan nikare gelê Kurd ji mafên xwe yên mafdar vegerîne. Em êrîşa li gundên Nisêbînê tê kirin, bi tundî şermezar dikin. Em ji zextên dewleta Tirk, zilma AKP'ê û ji dîktator Erdogan re dibêjin 'NA'."

Çalakiya protestoyî bi qîrîna dirûşman qediya.

LÎNZ

Zilm û komkujiya dewleta Tirk a li Nisêbînê, li bajarê Lînz ê eyaleta Awûstûrya Jorîn bi mîtîngekê hat şermezarkirin.

Nûnerên NCDK-Lînz, Komeleya Mezopotamyayê ya Wels, Komeleyên Elewiyan ên Wels û Lînzê, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, DÎDF, Komeleya Çandê ya Ûmût û ADHF beşdarî mîtîngê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka NCDK'ê Zeynep Saribal axivî û bal kişand ser komkujiyên li gelê Nisêbînê hatine kirin. Saribal li dijî faşîzma Erdogan ji bo têkoşîneke hevpar bang kir.

Yek ji qisekerên çalakiyê Ozgur Taş bû. Taş işaret bi zext û zordariya AKP û Erdogan kir û li ser referandûmê agahî da.

Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşman faşîzm hat şermezarkirin û têkildarî komkujiyên hatine kirin belavok hatin belavkirin.

BONN

Kurdistaniyên li bajarê Bonn ê Elmanyayê dijîn, komkujiya li Xerabê Bava û gundên li derdorê, bi mîtîngekê şermezarkrin. Çalakiya li Kaîserplatzê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara û PYD-Bonnê ve hat organîzekirin.

Hevberdevka Meclîsa Jinê ya Sara Ayda Ekmez Kiliç li vir axivî û anî ziman, cîhan li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bêndeg e. Kiliç destnîşan kir, Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, wê bi çalakiyên xwe dawî li vê bêdengiyê bînin û got, "Divê em erk û wezîfeya xwe bi zêdekirina çalakiyan bi cih bînin."

Li ser navê PYD-Bonnê Celal Efrîn jî anî ziman, dewleta Tirk dixwaze Kurdan hemûyan bikuje û bal kişand ser komkujiya li Xerabê Gava. Efrîn got, "10 rojan çima dor li gundekî tê girtin? Çima îşkence li extiyar-ciwanan tê kirin? Çima destûr ji mirovan re nayê dayîn ku pêdiviyên xwe yên rojane tedarik bikin? Ev yek, dijminatiya li Kurdan e. Wê demê, divê em Kurdistaniyên li welêt û derveyî welêt, berxwedana xwe ya li dijî vê geş bikin."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujerê Zarokan Erdogan", "Artêaş Tirk ji Kurdistanê bicehime" qediya.