Komkujiya Çorûmê hat protestokirin
Komkujiya Çorûmê ku di mehên Gulan û Tîrmehê yên sala 1980 de 57 kesan jiyana xwe ji dest dan, hat protestokirin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP'ê jî amade bûn.

Ji ber salvegera Komkujiya Çorûmê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê, Navenda Giştî ya Weqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî, Komeleya Navendên Çandê ya Elewiyan, Federasyona Elewî-Bektaşî, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, KESK, HDP, EMEP, CHP, Malên Gel, Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, Eniya Gel û komeleyên gundan, bi beşdariya bi hezaran kesî meşek lidar xistin.
DAXWAZA DARIZANDINA KIRYARAN
Di meşa ji ber Şaxê Çorûmê yê Weqfa Çanda Anatolî ya Haci Bektaş destpê kir de, hat xwestin ku hesap ji kiryaran bê pirsîn.
Sadik Eral li ser navê Plafroma Ked û Demokrasiyê ya Çorûmê peyivî û got, "Em dixwazin bûyerên Çorûmê ji nû ve bên lêkolînkirin, rastî werin ronîkirin. Em dixwazin yên ku ev gel bi Elewî-Sûnîtiyê ji hev parçe kirin û tovên dijberiya li hemberî hev çandin, bên aşkerakirin û darizandin."
'DIVÊ ZÎHNIYETA QETLÎEMKAR JI HOLÊ BÊ RAKIRIN'
Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Tûrgût Oker û Alî Kenanoglû, Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anatolî ya Haci Bektaş Ercan Geçmez, Serokê Giştî yê Konfederasyona Bektaşî ya Elewiyên li Ewropayê Huseyîn Mat û Serokê Şaxê Çorûmê yê Weqfa Çanda Anatolî ya Haci Bektaş Nûrettîn Aksoy li çalakiyê axivîn.
Oker di axaftina xwe de got, "Ti hêz nikare ji ber kompleksa xwe, hevgirtina Elewiyan asteng bike. Zîhniyeta ku berî 35 salan li vê xakê xwîn rijand, hînê ji holê ranebûye." Geçmez jî pêşniyar kir ku li Çorûmê peykerê yek ji mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, bê çêkirin.