Komkujiya Cizîrê li Swêdê hat protestokirin

Li herêmên Ûppsala û Dalarna yên Swêdê, bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, çalakî hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Ûppsalayê dijîn, bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirinê yên hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd dimeşîne û ji bo protestokirina komkujiya li Cİzîrê, meş û mîtîngek lidar xistin. Kurdistaniyên li herêma Dalarna jî dijîn, li ber avahiyên rojnameyên Dalarnas Tîdnîngen û Dala Demokraten ên li herêmê tên weşandin xwepêşandanek lidar xistin. Kurdistaniyan bêdengiya Ewropa û medya Swêdê li pêşberî komkujiyan şermezar kirin.

'BILA KOMKUJIYÊN LI GELÊ KURD TÊN KIRIN, DERHAL BÊN SEKINANDIN'

Kurdistaniyên li parkeke nêzî navenda bajarê Ûppsala li hev civiyan, bi rakirina wêneyên komkujiyên li Kurdistanê û bi vekirina alên PKK, KCK, PYD û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re meşiyan. Kurdistaniyan di dema meşê de li ser armanca çalakiya xwe belavok belav kirin.

Piştî meşê li Meydana Stortorgetê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên li vê mîtînga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ji dewleta Tirk xwestin ku êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd derhal bisekinîne û hemû girtiyên siaysî serbest berde.

Kurdistaniyên li bajarokê Falûn ê li herêma Dalarna dijîn, ji bo komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û bêdengiya medya Ewropa û Swêdê şermezar bikin, li ber avahiya rojnameya Dala Demokraten xwepêşandanek lidar xistin.

Kurdistaniyan li vê derê belavokên bi serenivîsa "Li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê, 60 sivîlên ase man bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin" belav kirin.

Çalakiyeke din a bi heman armancê li ber avahiya rojnameya Dalarna Tîdnîngenê hat lidarxistin.

MEŞA DIRÊJ A JI BO ŞERMEZARKIRINA KOMPLO Û TECRÎDÊ

Di vê navberê de, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîda şidandî ya li ser Ocalan, Kurdistanî wê meşeke dirêj lidar bixin.

Meş wê 13'ê Sibatê roja Şemiyê saet di 09:00 de li parka 'Statsparken' a li navçeya Sodertalje destpê bike û roja 14'ê Sibatê li Meydana Medborgarplatsen a Stockholmê saet di 13:00 de bi xwepêşandanekê bi dawî bibe.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swedê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara banga tevlîbûnê kirin.

...