KOMAW: Em dibêjin 'NA'

Saziya Malbatên Winda û Şehîdan a Ewropa (KOMAW) bi daxuyaniyekî nivîskî ragihandin ku wê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê bê lidarxistin re bêjin 'NA'.

KOMAW'ê di destpêka daxuyaniya xwede bal kişand ser hevkariya AKP û MHP'ê ya di Rewşa Awarte de ku dixwazin Tirkiyê ber bi referandûmekî ne rewa ve dibin û wiha tê gotin; "Destûra bingehîn bi rêya referandûmê rejîma yek partî, yek zilam û politîkayên şer û zorê dixwazin rewa bikin. Ji ber vê em ji sîstema serokatiya yek kesî û dîktatoriyê re dibêjin ‘NA’, ji bo azadiya Rêber APO, şert û mercên tendirûstî û ewlehiyê wî re dibêjin 'NA'."

Em ji êrîşên dij mirovahiyê yên li ser nirxên me yên manewî, goristanên şehîdan û dijî rejîma dîkta ya yekkesî re, dibêjin NA.

Ji bo hesab ji kujerên Sakîne Cansizan, Asya Yukselan, Pakîze Nayiran, Mehmet Tunçan û hemû berxwedêrên rêveberiya xweser were pirsin, dibêjin NA.

Em jî bo bi awayekî dij mirovahiyê di şer de parçekirina cenazeyên gerîla û li pey panzeran kaşkirina cenazeyan re dibjin NA.

Qetilkirina Ceylan Onkolan, Berkîn Elvanan, Ugur Kaymazlarin û veşartina cenazayên zarokan di dolabên cemidandinê de ku rastiya Kurdistanê nîşandine re, dibêjin NA.

Em ji kesên dibin çavan de tên windakirin, akûbeta wan ne diyarkrin û kûjerên wan diyar ku nayên darizain û ji bo edalê, dibêjin NA.

Em ji Yek ziman, yek ol, yek welat û politîkayên faşîst, milîtarîst, asîmle kirinê re, dibêjin NA.

Bi pêvajoya şerê 40 salan re her roj dayik di şer de zarokên xwe windadikin û cihê gorên wan ne diyar ku her car rondik ji çavên dayikan tê û ji bo êşên wan were sekinandin û daxwazên wan ên mafar re dibêjin NA.

Em ji rejîma faşîst a AKP û MHP'ê ku ji şer xwe xwedî dikin û ji bo hê bêhtir kuştinê li ser gel dide ferzkirin re, dibêjin NA.

Qetlîamanên li Roboskî,Cizir, Sûr,Gever, Enqere, Pirsûs, Niseybînê û Xeraba Bava me jî bir nekiriye. Ji bo ku em bêjin hûnê nedin jîbirkirin em dibêjin NA: