Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Koman: Mafên zimanê zikmakî û agahîwergirtinê yên zarokên Kurd tên binpêkirin

Ji Komaleya Zarokan a Gundem Koman, diyar kir ku bi girtina Zarok TV ve mafên bingehîn ên zarokan hatine binpêkirin. Koman bal kişand ku tevkariya Zarok TV ji bo pêşketinê hebû, ragihand ku ev biryar li derveyî pîvanên NY ye.

Hikûmeta AKP’ê, Zarok TV a ku xîtabî zarokên Kurd dikir jî di nav de, gelek qenalên televîzyonê girtin.

Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Komaleya Zaroka a Gundem Ezgî Koman têkîldarî girtina televîzyona Zarok ji ANF’ê re axivî.

Koman, bal kişand ku girtina televîzyona Zarok heman demê tê wateya binpêkirina mafên zarokan. Koman diyar kir ku dema zarok cîhanê fêm dikin û bi wate dikin, hêmanên mîna pirtûk, televîzyon, muzîk ên bi zimanê zikmakî gelekî girîng in û ragihand ku ev mafê zarokên Kurd hatiye xespkirin.

‘TEVKARÎ BI PÊŞKETINÊ RE DIKIR’

Koman destnîşan kir ku derfetên ku zarok karibin bi zimanê zikmakî xwe pêş bixin ji destên wan têne girtin, wiha dewam kir; “Kartonfilm, bernameyên çandî, rewşenbîrî amûrên ku tevkariyê bi pêşketina zihnî re dikin. Kartonfilmên dihatin weşandin jî jixwe li tevahî cîhanê têne weşandin; tenê bi Kurdî bûn.”

Koman got, “Dema zarok cîhanê fêm dikin û bi wate dikin, hêmanên mîna pirtûk, televîzyon, muzîk ên bi zimanê zikmakî gelekî girîng in” û wiha pê de çû: “Qenala zarokan a TRT Kurdî jî girîng bû, lê ji milê mafên zarokan ên perwerdeyê de nakokiyên wê hebûn.”

Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Komaleya Zaroka a Gundem Ezgî Koman herî dawî got; “Mafê zimanê zikmakî û agahîwergirtinê yên zarokên Kurd hatin binpêkirin. Xala 17’emîn a Hevpeymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatiye îxlalkirin.”