KNK: Di sala 18'an de em ê karê xwe yê neteweyî xurtir bikin

"17 sal xilas dibin û em dikevin sala 18 an. Di 17 saliya xwe de KNK, li ser kar û xebatên yekîtiya neteweyî, weke roja destpêkê bi biryar e, bi heyacaneke mezin, ji berê xurtir vî karî dimeşîne."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya 17. salvegera damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera damezrandinê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevdeh salan pêş niha di 24.05.1999 an de, li Hollanda li bajarê Amsterdamê, KNK'ê civata xwe ya damezrandinê pêkanî û damezrandina xwe îlan kir. Ji wê demê pê heta niha, di xebata neteweyî de KNK bi her awayî cihê digre, kar û xebatên xwe dike."
    
Konseya Rêveber diyar kir, KNK ji bo yekîtiya gelê Kurdistanê kete rê û tifaqa navxweyî ji xwe re kire karê sereke û got, "Yekîtiya gelê Kurdistanê, yekîtiya xaka Kurdistanê, li hember derve yekdengî û yekrêziya mala Kurdan, xewn û xwesteka hemû ronakbîr û hemû şairên welatparêz, hemû hêzên neteweyî û gelê Kurdîstanê ye. Ev xewna sedan sala ye. Di sedsala 17'an da, şairê mezin Ehmedê Xanî nebûna yekîtiyê weke derdê sereke, derdê giran nav dike."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Di civîna damezrandinê û heta niha, ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, piraniya hêzên siyasî û civakî yên Kurdistanî û gelek kesên serbixwe yên xwedî temsîl, di KNK'ê de cihê xwe dig,rin. Bi vê terkîba dewlemend KNK, yekem dezgehê neteweyî ye ku ewqas salin bi îstîqrar kar dike. Di van 17 salan de, bi sedan konferans, hezaran hevdîtînên dîplomatîk û navxweyî çêkirin, bi hezaran çalakiyên cûrbecûr hatine pêkanîn. KNK'ê, gelek caran hemû partî û rêxistinên Kurdistanî kom kiriye û li ser pirs û pirgirêkan zemîna nîqaşan pêk aniye.

Li gel ewqas kar û xebatan jî, em nikarin bêjin me weke tê xwestin yekîtiya neteweyî pêk aniye. Em ji berê bêhtir nêzîkî hev in, lê mixabin hînê yekîtiya neteweyî pêk nehatiye. Di vî warî de divê xebat bên berdewamkirin û bêne xurtkirin.
    
17 sal xilas dibin û em dikevin sala 18 an. Di 17 saliya xwe de KNK, li ser kar û xebatên yekîtiya neteweyî, weke roja destpêkê bi biryar e, bi heyacaneke mezin, ji berê xurtir vî karî dimeşîne. 

Di sala 18'an de, em ê vî karî bi xurttir berdewam bikin. Em hêvî dikin sala 18 an bibe sala yekîtî, serketin û azadiyê.

Bi vê munasebetê, em 17 saliya KNK'ê li hemû endaman, hemû xebatkaran, hemî tarafdaran û li gelên Kurdistanê pîroz dikin."