KNK: Dagirkirina Cerablûsê dagirkirina Rojava û Sûriyeyê ye

KNK têkildarî 'senaryo'ya Cerablûsê ya dewleta Tirk daxuyaniyek da û diyar kir, ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. KNK'ê bang berxwedanê kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê têkildarî 'senaryo'ya dewleta Tirk a li Cerablûsê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, bi vê senaryoyê dewleta Tirk Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye. 

KNK’ê ragihand, armanca Tirkiyê ne ew e ku li dijî komên çete yên DAIŞ’ê şer bike, lê armanc dewleta Tirk pêşîgirtina QSD’ê û Kurdan e, armanc têkbirina destketiyên Kurdan û dostên wan e.

Di daxuyaniya KNK’ê de hevşibînek di navber a ketina Mûsilê û Cerablûsê de tê dayin; "Ev rewş gelekî dişibe ketina DAIŞ’ê ya Mûsilê. Çawa ku li wir şer çênebû, bi lihevkirinekê ketin wir, her wiha jî bi lihevhatina dewleta Tirkiyê, bi navê OSO û bê şer ketin bajarê Cerablûsê."

'LI DIJÎ AVABÛNA FEDERASYON DEMOKRATÎK A BAKURÊ SÛRIYÊ YE'

KNK’ê di dewama daxuyaniyê de diyar dike, pir zelal e ku dewleta Tirk, hikûmeta AKP’ê ne li dijî DAIŞ’ê ye û pê re şer nekiriye û armancê jî wiha vedibêje, "Belê, bi tenê, bi taybetî jî li dijî têkoşîna gelê Kurd e, bi giştî li dijî Şoreşa Rojava ye; li dijî avabûna Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li dewletên têkildar tê kirin ku çavê xwe ji vê dagirkeriya dewleta Tirk re negirin, bang li gel jî tê kirin ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide.