KGM li ser salvegera qirkirina Seyfo daxuyaniyek weşand

KGM: Heta ku ev qirkirin bê naskirin, têkoşîna me ya li dijî vê dewleta nîjadperest wê bidome.

Kongreya Gelên Mezopotamyayê (KGM), bi wesîleya 102. salvegera Qirkirina Ermenî û Suryaniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, beriya niha bi 102 salan, Împaratoriya Osmanî li erdnîgariya Anatolî û Mezopotamyayê gelên Xiristiyan ên xwecihî qir kiriye.

Hat ragihandin, di vê qirkirinê de 1.5 mîlyon Ermenî, nîv mîlyon Asûrî-Suryanî hatine kuştin û hat gotin, "Bi sed hezaran mirov an kirin Misilman, an jî neçar man li çar aliyên cîhanê belav bibin. cemiyeta Îttîhat Terakkî, Teşkîlati Mahsûs û Alayen Hamîdiye yên di nava vê komkujiyê de cih girtin, sûc li dijî mirovahiyê kirine.

Zîhniyeta dewleta Komara Tirkiyeyê, ku dewama yên beriya 102 salan ev qirkirin kirin e, heman zîhniyet e. Serokkomarê ku sembola vê dewletê ye hîn ji mirovên ne Misilman re dibêje 'gawir', di vir de pirsgirêk heye. Li qadan û li qenalên televîzyonan ji mirovên li pêşberî xwe re dibêje 'yek milet, yek welat, yek dewlet, yek ziman'. Ji van girseyan re dibêje 'Ji bilî Tirkan kes nîne'. Yanî hê jî înkar dike.

KGM'ê diyar kir, heta ku dewleta Tirk hesabê 1915'an nede, qirkirinê qebûl neke, lêborînê ji gelên Ermenî, Asûrî-Suryanî Pontûsê nexwaze, gund, dêr, keşîşxane, dibistan û mal û milkên wan teslîm neke, wê ev birîn ti carî neyê pêçandin û li qada navneteweyî j3ı her tim bibe belayê serê Tirkiyeyê.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, di encama karê heta niha de qirkirin ji aliyê gelek şaredariyên herêmî û parlamentên neteweyî ve hatiye qebûlkirin û xebatên wan ên di vî warî de wê bidomin.

Di dawiya daxuyaniyê yên ku ev qirkirin plan kirin û bi cih anîn, her wiha dewleta Tirkiyeyê ya ku îro jî hê ji vê qirkirinê re dibêje 'qaşo' bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin, "Heta ku ev qirkirin bê naskirin, têkoşîna me ya li dijî vê dewleta nîjadperest wê bidome."