'Kengî Tirkiye bi Kurdan re li hev bike, wê hingî rizgar bibe'

Serokê Komîsyona Polîtîka Derve ya Swîsreyê û Serokê Giştî yê SP'ê Levrat got, "Ji bo siberoja siyasî û aborî ya Tirkiyeyê, dewleta Tirk neçar e bi Kurdan re li hev bike."

Levrat destnîşan kir, ew ê ti carî girtina wekîlên HDP'ê qebûl nekin û diyar kir, Sefîrê Bilind wê biçe serdana Demîrtaş.

Serokê Komîsyona Polîtîka Derve ya Konseya Dewletê ya Swîsreyê û Serokê Giştî yê Patiya Sosyal Demokrat (SP) Chrîstîan Levrat, ku partiya wî şirîkê hikûmeta Swîsreyê ye, li ser bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin ji ANF'ê re axivî.

Levrat, piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, tevî tîma ser bi Serokatiya Komîsyona Derya Swîsreyê di meha Cotmehê de bi rengekî fermî çûbû serdana Tirkiyeyê û bi nûnerên HDP, CHP, AKP û MHP'ê re hevdîtin kiribû.

Levrat fikarên xwe yên li ser pêkanîn û polîtîkayên heyî yên li Tirkiyeyê bilêv kir û anî ziman, mafê kesî nîne ku di bin navê 'têkoşîna li dijî terorîzmê' de êrîşî mafên mirovan ên bingehîn bikin.

Levrat got, "CHP û HDP neçar in hevkariyê bikin û ji bo siberoja welêt, polîtîkayekê destnîşan bikin. Yekane hêza ku ji cihêtiya CHP û HDP'ê sûdê werdigire, mixabin AKP ye."

'RIZGARIYA TIRKIYEYÊ BI AŞTIYA BI KURDAN RE YE'

Chrîstîan Levrat da xuyakirin, ku nepêkan e ew helwesta li dijî hîndekarên perwerdeyê, zanîngehan, saziyên çapemeniyê û entellektûelan ji nedîtî ve werin û da zanîn, polîtîkaya dewleta Tirk li dijî Kurdan, ne ya qebûlkirinê ye.

Levrat got, "Eger hikûmeta Tirk dixwaze siberoja welatê xwe ya siyasî û aborî biparêze, neçar e bi Kurdan re li hev bike. Ev aştiya bê kirin, ne tenê tê wateya dayîna mafên Kurdan, di heman demê de ji bo siberoja welêt girîng e. Lazim e bê dîtin; polîtîkayên heta niha li dijî Kurdan hatine kirin, zerar dane siberoj û aboriya Tirkiyeyê. Wekî din, heta ku li Tirkiyeyê HDP mûxatab neyê dîtin, aştî bi ti awayî pêk nayê."

'DIVÊ EM BI ZELALÎ BI TIRKIYEYÊ RE BAXIVIN'

Li gorî Levrat, Erdogan ku biryara Parlamenta Ewropayê ya têkildarî Tirkiyeyê îstîsmar dike, wê neteweperestiyê sor bike. Levrat got, "Lazim e em bi zelalî bi Tirkiyeyê re baxivin. Lazim e her gavê em ji hikûmeta Tirk re bêjin ku binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê qebûl nakin, girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê ti carî qebûl nakin û dixwazin derhal bên berdan. Di heman demê de divê em destnîşan bikin, ku lazim e Tirkiye êdî mafên mirovan ewle bike."

SEFÎRÊ BILIND Ê SWÎSREYÊ WÊ BIÇE SERDANA DEMÎRTAŞ

Levrat diyar kir, wî ji Sefîrê Bilind ê Tirk ê nû li Swîsreyê hatiye wezîfedarkirin gotiye 'Girtina Demîrtaş û hevalên wî ne ya qebûlkirinê ye" û wiha dewam kir: "Min di heman demê de ji Sefîrê me yê Bilind ê li Tirkiyeyê xwest, rewşa wekîlên HDP'yî ji nêz ve bişopîne. Di demeke nêz de wê Sefîrê me yê Bilind li girtîgehê biçe serdana Demîrtaş."

Levrat da xuyakirin, Erdogan û derdora wî dixwazin sîstema serokatiyê ava bikin, ji bo vê jî di polîtîka derve li şirîkên nû digerin û got, "Dixwaze Tirkiye ji Ewropayê dûr bikeve. Lê naxwaze ew weke berpirsyarê vê dûrketinê bê dîtin. Ji ber vê yekê dixwaze Ewropayê provoke bike û bihêle ku Ewropa vê bike."

DIVÊ EWROPA JI BO ÇARESERIYÊ BIXEBITE

Serokê Giştî yê SP Chrîstîan Levrat destnîşan kir, ku ji bo parastina dewleta hiqûqê ya li Tirkiyeyê gelekî girîng e Ewropa bibe amûreke zextê û herî dawî got, "Azadiya wekîlên HDP'yî û parastina mafên mirovan li Tirkiyeyê, ji bo me nebe nabe. Wekî din, ya herî girîng jî ew e ku divê weke Ewropa ji bo çareseriya aştiyane ya polîtîka Kurd, em hê bêhtir bixebitin."