Kedkarên li Stenbolê qedexeyê nas nakin; li du nuqteyan dicivin

Tevî biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê jî, kedkar ji bo bîranîna şehîdên aştiyê li Sîrkecî û Cerrahpaşayê dicivin.

Tevî biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê jî, kedkar ji bo bîranîna şehîdên aştiyê li Sîrkecî û Cerrahpaşayê dicivin. Li Kadikoyê jî polîsan êrîşî welatiyên li keştiya diçû Sîrkeciyê siwar bûn kirin û herî kêm 3 kes kirin binê çavan.

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen û Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Stenbolê Ayşe Erden, tevî endamên ESP'ê hatin pêşiya nexweşxaneyê.

Ketin û derketina nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.

Kedkar li ber Gara Sîrkecî dicivin. Dora Garê ji aliyê TOMA'yan ve hatiye dorpêçkirin. Li meydana Beyazit û rêyên ber bi meydanê jî, polîs hatine bicihkirin.

Tevî dorpêçiya polîsan jî kedkar diherikin Sîrkecî.