KCDK-E’yê ji bo Xerabê Bava bang kir: Em li dijî komkujiyan derkevin qadan

Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê têkildarî hovîtiya ku li gundê Xerabê Bava tê jiyîn banga bihestyarbûnê kir.

Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û got komkujiyên bi koalîsyona AKP, MHP a faşîst li Kurdistanê pêk tên berdewam dikin.

Di daxuyaniya KCKD-E’yê de hate gotin ji 11’ê Sibatê ve dorpêça li ser gundê Xerabê Bava dom dike. KCDK-E’yê bal kişande ser înfaz û êşkenceya li gund û got ew aqûbeta kesên ku hatine binçavkirin û êşkence li wan hatiye kirin nizanin.

 ‘DINYA XWE NEBIHÎSTÎ DIKE’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Dewleta Tirk a mêtinger û qirker ku ji bilî zilm û zextê tiştekî din şayanî Kurdan nabîne, bi vê komkujiya Xerabê Bava bi awayekî hişkere diyar dike ku ew komkujiyên li Cizîrê, Sûrê û hwd. dixwaze berdewam bike. Dinya û Ewropa vê komkujî, zilm û qîreqîra li ber çavan ji nedîtî ve tê. Bi bêdengmayina ji rejîma Tirk a faşîst re, bi bêhelwestbûnê van komkujiyan dipejirînin.

JI BO GEL BANGA BIHÎSTYARBÛNÊ

Em weke KCDK-E’yê bang li gelê xwe, demokrat, şoreşger û hemû kesî dikin ku ji mirovahiyê para xwe girtine, di rojên pêş de li dijî çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê ku dixwazin komkujiyan pêk bînin bihistyar bin, helwesta xwe li her deverê diyar bikin û rê nedin faşîzmê.

Ji bo rejîma yek zilamî em destûr ênedin komkujiya Kurdan û fedakirina Kurdan. Ji bo ku em li xaka xwe, gelê xwe, vîn û rêbertiya xwe xwedî derbikevin û ji bo ku em dorpêç, komkujiya li Xerabê Bava şermezar bikin em derkevin kolanan. Em hemû derfet û amûrên demokratîk bi kar bînin û demildest dengê xwe derxînin.’’