KCDK-E ji bo Ocalan banga çalakiyên lezgîn kir

KCDK-E ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga çalakiyên lezgîn li tevahî Kurdên li Ewropayê dimînin kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta xeberek teqez ji Ocalan bê girtin û hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk were, pêwîst e Kurd bikevin nav çalakiyan, hate bi bîr xistin ku pêkhateyek ku avahiyên emniyetê, Meclîs, Qesra Ak bombe kirin, dibe ku zerar dabin Ocalan jî.

KCDK-E ragihand ku piştî teşebûsa darbeyê, hikûmetê hewl da rewşa Ocalan veşêre û tecrîda heyî kûrtir bike, got, “Serok Abdullah Ocalan her tim behsa klîka darbeyê kir û diyar kir ku dema pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin îxtîmala darbeya leşkerî heye û ragihandiye ku çawa li dijî zihniyeta Erdogan e, her wiha li dijî praktîka darbeya leşkerî ye jî. Elbet ên darbeya leşkerî kirine wê destpêkê Serok Abdullah Ocalan ji xwe re bikin hedef. Her wiha ne pêwîst e bê gotin ku generalên Tirk ên ku 30 sal in ji Serok Abdullah Ocalan derbeyên mezin dixwin, wê hewl bidin tolê jê wergirin.”

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Pêkhateyek ku avahiyên emniyetê, Qesra Ak- Meclîs bombe kir, xeterî gelek mezin ku zerarê bidin Serok Abdullah Ocalan jî. Ev rewş gelê Kurd, dostên wan û raya giştî ya pêşverû ya cîhanê dixe nav fikarên gelek mezin. Lewre em careke din banga xwe nû dikin ku pêwîst e demildest malbat, parêzer û heyeta HDP’ê biçin gel Serok Abdullah Ocalan. Her wiha nayê fêmkirin ku çima saziyên navneteweyî yên xwedî berpirsiyartî ne, bangên me paşguh dikin. Li ser vî esasî em careke din wezîfe û berpirsiyartiyên saziyên navneteweyî bi bîr dixin û banga pêkanînê lê dikin, em bang li gelê xwe, dostên xwe, jin, ciwan û her kesên ku dibêje ‘ez mirov im’ dikin ku heta agahiyek teqez ji Serok Abdullah Ocalan bê girtin, malbat û parêzer wî bibînin, bênavber û bêdem, bêyî guhdarkirina şev û roj, di her şert û mercî de bikevin nav çalakî û aktîvîteyên demokratîk.”