KCDK-E êrîşa DAIŞ’ê ya li Parîsê şermezar kir

KCDK-E êrîşa DAIŞ’ê ya li Parîsê şermezar kir û bang li gelan kir ku li dijî DAIŞ’ê û faşîzma AKP’ê ya ku DAIŞ’ê destek dike bi hev re têbikoşin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkilidarî êrîşa DAIŞ’ê ya li paytexta Fransa Parîsê, li Champs Elysees’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de  hate gotin, ‘’Beriya hilbijartina Serokkomariyê ku 23’yê Nîsanê wê were kirin li Fransa êrîş pêk hat. Em  vê êrîşa hovane ya li Champs-Elyseesê şermezar dikin.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin  Tevgera Azadiya Kurd ku li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê şer dike rûmeta mirovahiyê diparêze û hate destîşankirin ku Erdogan û AKP destekê didine DAIŞ’ê û bi rê ve dibin.

Hate gotin êrîşên vê dawiyê yên DAIŞ’ê ku li Rûsya û gelek deveran pêk hatine bi Tirkiyê re têkiliya wan diyar bûye û wiha hate dewam kir: ‘’Erdogan, piştî ku Ewropayê qedexe li ser tifaqa AKP-MHP’ê danî bi rengekî hişkere gef li Ewropa xwariye û gotiye taloke li pêş Ewropa hene’’

KCDK-E li dijî DAIŞ’ê û faşîzma AKP-MHP’ê bang li gelên Ewropa kir bi hevkarî têbikoşin.