KCDK-E: Dewleta Tirk a faşîst dixwaze çapemeniya mûxalîf ji holê rake

KCDK-E da xuyakirin, ku dewleta Tirk a faşîst bi êrîşa li dijî mûxalîfan dixwaze azadiyan ji holê rake û li dijî faşîzmê banga têkoşîna hevpar kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser biryara desthilatdariya Erdogan/AKP'ê ya girtina çapemeniya mûxalîf daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat hat ragihandin, bêdengkirina 2 radyo û girtina 10 qenalên televîzyonê cihê xwe bi ti awayî di nava hiqûqê de nîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk a faşîst, ku bajar û taxên Kurdan xera kir, şewitand û li pêşberî berxwedana lehengî, komkujî kir, bi êrîşa li dijî mûxalîfên ne ji xwe, dixwaze azadiyan yek bi yek ji holê rake. Çeteyên AKP/Qesrê ku xwe mexdûr nîşan didin û Rewşa Awarte bi kar tînin, bi êrîşeke topyekûn a ne kêmî darbeya leşkerî, gav bi gav rê li ber şerekî navxweyî vedikin." KCDK-E diyar kir, qedexeyên tên ragirtin û zextên tên kirin nîşan didin, ku li dijî gelên Tirkiyeyê amadekariya pêleke dijwartir a êrîşê tê kirin.

KCDK-E bang li şoreşger, demokrat, rewşenbîr û her kesên alîgirê mirovahiyê kir, ku li dijî vê êrîşa topyekûn bibin yek, têkoşîneke hevpar bimeşînin û got, "Cihêrengiya me çi dibe bila bibe, em bang dikin ku tevna têkoşîna hevpar bihûnin. Dema em bûn yek, em ê hingî karibin dengê xwe bidin bihîstin û li ber zextan rabin û mafên xwe biparêzin. Li dijî faşîzm, zext û zordariyê, li dijî bêdengkirina deng û azadiyên me, em bi hev re têbikoşin."