KCDK-E banga çalakiyan li Kurdên li Ewropayê kir

KCDK-E li hemberî dagirkeriya artêşa Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û komkujiya li gundekî Cerablûsê kir, ku di encame de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, banga çalakiyan kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî komkujiya artêşa Tirk li gundê Bir El Kûsa yê Cerablûsê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCDK-E bibîr xist, ku di vê komkujiyê de 20 sivîl hatine qetilkriin, 50 sivîl birîndar bûne û bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku ji niha ve biherikin Navendên Civaka Demokratîk.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk a ket nava Cerablûsê, hewl dide tevahiya Rojavayê Kurdistanê dagir bike û hat gotin, "Vê yekê jî li pêş çavên raya giştî ya cîhanê dike."

KCDK-E destnîşan kir, ku ev yek şerekî topyekûn e li dijî gelê Kurd got, "AKP a faşîst û artêşa Tirk a dagirker bi desteka navneteweyî li pêş çavên cîhanê xwînê dirijîne. Roj ew roj e ku em careke din ruhê berxwedan û serketinê nîşanî tevahiya cîhanê bidin. Roj roja rabûna ser piyan e.

Em bang li tevahiya gelê xwe, şoreşgeran, demokrat û her kesên alîgirê mirovahiyê dikin ku li dijî vê dagirkeriya faşîst, piştgiriyê bidin gelê Rojava. Destketiyên gelê me yê Rojava destketiyên hemû gel û bindestên cîhanê ye. Xwedî li destketiyên xwe derkevin. Em hewesên artêşa Tirk a faşîst a Cerablûs dagir kiriye, di ber de bihêlin.

BILA LI HER CIHÎ ÇALAKÎ BÊ LIDARXISTIN

Em li her devera Ewropayê dewleta Tirk a faşîst û polîtîkayên du rû yên Ewropa û hêzên navneteweyî teşhîr bikin.

Weke KCDK-E em bang li hemû Navendên Civaka Demokratîk û saziyên xwe dikin, ku ji niha ve çalakiyan lidar bixin."