KCD-E: Em li dijî qirkirinê bikevin nav tevgerê

KCD-E: Li Nisêbînê balafirên şer ên Tirk ketober gelê sivîl û malan bombe dike. Di serî de gelê me yê li Ewropa, divê Kurdistaniyên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û çar aliyê cîhanê li tundî li dijî vî sûcê şer rabe.

Rêxistina li Ewropa KCD-E, diyar kir ku êrîşên îmha û qirkirinê yên dewleta Tirk li ser gelê Kurd bi lez û bez dewam dike.

Di daxuyaniya KCD-E de wiha hate gotin: “Bi hilweşîna tank, hewan û topan ve hewl didin jiyangehên Kurdistanê yên ku di zanebûna welatparêzî, rêxistinbûyin de vala bikin û bê mirov bihêlin.”

KCD-E destnîşan kir ku gelê Kurd ê li hember van êrîşên hovane bi berxwedana xwerêveberiyê dibe bersiv, berxwedan û lehengtiyek mezin raber dike.

Di dewama daxuyaniya KCD-E de wiha hate gotin:

“Hêzên şer ên Tirk ji ber nikarin berxwedanê bişkînin û kuştiyên wan zêde çêdibin, wek çareya dawî hêzên xwe yên hewayî xistiye dewrê.

Li Nisêbînên balafirên şer ên Tirk gelê sivîl û malên wan ketober bombe dikin; bêdengiya raya giştî ya cîhanê û saziyên navneteweyî wek firsendê dibîne, hewl dide qetlîaman di merheleyek hê jortir de pêk bîne.

Di serî de gelê me yê li Ewropa, divê Kurdistaniyên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û çar aliyê cîhanê li tundî li dijî vî sûcê şer rabin; ji bombekirina Nisêbînê ya ji aliyê balafirên şer re nebin temaşeker.

Divê saziyên Navneteweyî, Yekîtiya Ewropa û raya gitşî ya cîhanê nebin hevparê van sûcên şer û qetlîaman, bertekên pêwîst nîşan bidin.

Nisêbîna Berxwedêr, Şirnexa Berxwedêr, Kurdistana Berxwedêr e.

Yên tên qetilkirin û bi hilweşîna malan didin koçkirin xwişk û birayên me ne, gelê me ye.

Roj ne roja bi bêdengiyê temaşekirinê ye; roja berxwedan û çalakiyê ye.

Li tevahî welat, herêm û qadên ku em lê ne, em li qadan helwesta xwe ya  demokratîk deynin holê.

Serkeftin ya gelê me yê berxwedêr e.”