Kaval ê YPS’yî bi sirûda ku bavê wî xwendî hate veşartin

Şervanê yPS'ê Baran Kaval ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîmê de bavê Kaval got, ti ciwanê ku di berxwedanê jiyana xwe ji dest dayî wê neyê jibîrkirin û sirûda Çerxa Şoreşê xwend.

Cenazeyê endamê YPS’ê Baran Kaval (Tufan Amed) ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê de, Gulanê jiyana xwe ji dest dayî û li Goristana Bêkesan a Silopyayê hatî veşartin, piştî bi mehan, piştî ku encamên testên DNA’yê hatin hişkerekirin şevê dî anîn Amedê û li morga Goristana Yenîkoyê hate danîn.

Di merasîma cenaze de malbata Kaval, wekîlên HDP’ê, hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê, dayikên Aştiyê, rêveberên DBP’ê û MEYADAR’ê û bi sedan kes amade bûn.

Cenaze piştî ku pêdiviyên dînî hatin bicihanîn, li alaya PKK’ê hate pêçand, bi nîşaneyên serketinê, bi dirûşêm ‘ey şehîd xwîna te li erdê namîne’, 'rêya şehîd rêya me, PKK partiya me' anîn goristana ku wê lê bihate veşartin. Piştî ku cenaze hate veşartin, Hevserokê Şûbeya SES’ê ya Amedê, bavê Kaval Ramazan Kaval sirûda çerxa şoreşê xwend.

DIVÊ GUH BIDIN OCALAN

Hevserokê Şûbeya MEYADAR’ê ya Amedê Hasan Pençe di axaftina xwe de got ji çar hêlan ve bi ser Kurdan de komkujî hene. Pençe diyar kir ciwanên Kurd ji bo jiyaneke birûmet li ber xwe didin û xwest ku guh bidin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di cejnê de dabû.

BAVÊ KAVAL: YEK JI WAN WÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN

Bavê Kaval got, kurê xwe ji cem hevalê xwe rakiriye û li Amedê kiriye mêvan û ji bo cinaze bistînin 5 meh in dewlet bi hincetên burokratîk ji hêla dewletê ve hatiye astengkirin. Kaval wiha got: ‘’Me Kurdan ji bo mirovahiyê, ji bo ku gel bi hev re bijîn, bi rûmetî bijîn aştî xwest. Mixanbin bersiva vê bi şerê qirêj hate dayin li Kurdistanê. Şehîd Tofan di şerê Şirnexê de jiyana xwe ji dest da. Ev 5 meh in em li pey şehîdê xwe bûn. Burokrasî û hêzên dewletê  tim asteng li ber me danîn. Armanca wan jî ew bû ku êşên me giran bikin û me ji têkoşînê dûr bixin. Di şexsê heval Tofan de hemû ciwanên ku jiyana xwe ji dest dayin bi hurmet bi bîr tînim. Ti şehîd wê neyê jibîrkirin.

Ji bo Baran Kaval ê YPS’yî taziye wê li Mala Şînê ya Hezroyiyan were qebûlkirin.