Kav: Divê saziyên navneteweyî li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin

Siyasetmedar Fûat Kav nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û bang li saziyên navneteweyî kir, ku erka xwe rabin.

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê beşdarî civîneke gel bû û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Kav pêvajoya 30 salan a Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û destnîşan kir, ku ev tevger heta roja îro timî bi hêza tevgeriya ye. Kav da zanîn, hêzên emperyalîst êdî nikarin mîna berê li Kurdistanê li gorî kêfa dilê xwe tevbigerin û diyar kir, di rewşa heyî de gelê Kurd bûye xwedî vînek û işaret bi Şoreşa Rojava kir.

'QIRKIRIN Û ŞER XWESTIN'

Kav bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û da zanîn, zextên li Ocalan tên kirin û tecrîda giran, neynika şerê li Rojhilata Navîn e.

Kav got, "Tecrîda giran a li ser Rêbertî nîşand ide, ku hêzên serdest, qirkirin û şer xwestine" û bang li saziyên navneteweyî kir, ku bi erka xwe rabin. Her wiha CPT rexne kir, ku tevî serlêdanan jî gaveke şênber navêtiye.