Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike

Serkonsolosê berê yê Stenbolê yê Swedî Karlsson, diyar kir ku Erdogan mudaxeleyî terzê jiyana gel dike û wek ‘Sultanê Osmaniyan’ xwe xwediyê dewletê dihesibîne.

Serkonsolosê berê yê Stenbolê yê Swedî Karlsson, diyar kir ku Erdogan mudaxeleyî terzê jiyana gel dike û wek ‘Sultanê Osmaniyan’ xwe xwediyê dewletê dihesibîne. Karlson bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê û got ku eger HDP bikeve Meclîsê wê Erdogan nikaribe pergala dixwaze ava bike, lê ger HDP di bin bendê de bimîne dibe ku li Tirkiyeyê kaos pêk were.

Li Stockholmê bi serenava "Ji Împaratoriya Osmanî heta AKP’ê Dîroka Tirkiye” konferansek hat lidarxistin.

'EGER HDP BENDÊ DERBAS NEKE WÊ KAOS PÊK BÊ’

Serkonsolosê berê yê Stenbolê yê Swedî Ingvar Karlsson ê tevlî konferansê bû, got ku çalakiyên Gezî yên li Stenbolê rû dan û di demeke kurt de li tevayî Tirkiyeyê belav bûn ji ber nerazîbûna li hember rêveberiya otorîter a Erdogan pêş ketine. Karlson anî ziman ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe bihêz bike dixwaze pergala serokatiyeke otorîter a rayeyên berfireh dide û li Rûsyayê ji aliyê Pûtîn ve tê bikaranîn armanc dike.

Karlsson bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 7’ê Hezîranê got ku Erdogan ji bo Kurd nekevin Meclîsê benda sedî ji 10 bikar tîne û ger HDP bendê derbas neke dibe ku li welêt kaos pêk were.

'KETINA HDP’Ê YA MECLÎSÊ WÊ PERGALA ERDOGAN ASTENG BIKE'

Karlsson di dewama axaftina xwe de got ku eger HDP bikeve Meclîsê wê Erdogan nikaribe pergala dixwaze ava bike

‘WEKE SULTANÊ OSMANIYAN TEVDIGERE’

Karlsson, diyar kir ku Erdogan mudaxeleyî terzê jiyana gel dike û wek ‘Sultanê Osmaniyan’ xwe xwediyê dewletê dihesibîne.