BI DÎMEN

Karkerên nexwestin gorên gerîla hilweşînin ji kar hatin derxistin

Qeyûmê li Êlihê, ku bi kar û daxuyaniyên xwe êrîşî destketî û nirxên gelê Kurd dike, karkerên bi ya wî nakin, ji kar derdixînin. Karkerên ku nexwestin gorên gerîla hilweşînin, ji kar hatin derxistin.

Qeyûmên ku ji aliyê desthilatdariya AKP/Qesrê ve bi binpêkirina vîna gel li şaredariyên Kurdistanê hatine bicihkirin, ji roja destpêkê ve êrîşî nirxên gelê Kurd dikin. Qeyûmê li Êlihê, ku di çarçoveya fermanên desthilatdariya AKP'ê de biryar dan gorên gerîlayên PKK'ê hilweşîne, karkerên ku nexwestin vê hovîtiyê bikin, ji kar derxist.

'EM JÊ RE GOT, EM Ê VÊ YEKÊ NEKIN'

Tahîr Bal, ku ev 9 sal in weke şef li Midûriyeta Goristanan a Şaredariya Êlihê dixebite da xuyakirin, ji ber ku wan bi ya qeyûm nekirine û êrîşî nirxên gelê Kurd nekirine, ew jî di navê de bi sedan karker ji kar hatine derxistin.

Bal got, "Qeyûm weke karê xwe yê destpêkê, qedexe kir ku cenazeyên gerîlayên PKK'ê bi wesayîtên cenaze yên şaredariyê bên rakirin. Qeyûmê ku pê hesiya bi vî rengî nikare pêşî li defnkirina cenazeyan bigire, vê carê jî ji bo şikandina vîna malbatan û gel, biryar da gorên gerîla hilweşîne.

Beriya niha bi meh û nîvekê, qeyûm nivîsek ji midûriyeta me re şand û got, nivîs, amblem, wêne û nasnavên li ser kevirên ber serê gorên gerîlayên PKK'ê propaganda rêxistinê dike, ji ber vê yekê ew ê giliyê malbatan bikin û eger kevirên li ber goran neyê guhertin ew ê xera bikin. Ji me xwest, ku di vî warî de em agahiyan bidin malbatan. Me jî agahî da malbatan; lê belê gelek malbatan gotin, ku ew ê dest nedin kevirên ber serê gorên zarokên xwe. Piştî çend hefteyan qeyûm nivîseke din ji midûriyeta me re şand û ji me xwest, ku kevirên li gorên gerîla yên malbatan ranekirine, ji aliyê karkerên midûriyetê ve bên guhertin. Lê belê, rakirina kevirên li goran bêyî destûra malbatan ji ber ku ne însanî û ne exlaqî ye, me got, em ê vê fermanê bi cih nînin. Di heman nivîsê de dihat gotin, personelên vê yekê neke, wê heta 15'ê Sibatê li dijî wan hewldanên qanûnî bên destpêkirin."

Bal da xuyakirin, ku qeyûm zext li karkeran dikir ku ji bo Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê agahiyan kom bikin û anî ziman, karkerên ku li ber vê daxwazê rabûn, berî çend rojan ji kar hatin derxistin.

'DIVÊ TI KES JI BO ÇEND QURIŞAN NEBE KOLEYÊ AKP'Ê

Tahîr Bal da zanîn, di heman demê de gef li karkerên ji kar hatine derxistin hatiye xwarin ku serî li rêyên hiquqî nedin û got, "Piştî ku qeyûm hat, zêdeyî 200 karker ji Şaredariya Êlihê ji kar hatin derxistin û hemûyan jî serî li rêyên hiqûqî dan. Tevî Rewşa Awarte jî em ê van hewldanên xwe bidomînin."

Di dawiya daxuyaniyê de Bal bang li hevalên xwe yên karker kir, ku ji bo çend qurişan nebin koleyê qeyûm û AKP'ê.