Kampanya 'NA' ya li Ewropayê bi panelan dest pê kir
Li bajarê Lyon ê Fransayê, li bajarên Mannheîm, Aachen û Bonn ên Elmanyayê û li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê di dawiya hefteyê de civînên gel hatin lidarxistin.
Li bajarê Lyon ê Fransayê, li bajarên Mannheîm, Aachen û Bonn ên Elmanyayê û li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê di dawiya hefteyê de civînên gel hatin lidarxistin.
Li bajarê Lyon ê Fransayê, li bajarên Mannheîm, Aachen û Bonn ên Elmanyayê û li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê di dawiya hefteyê de civînên gel hatin lidarxistin.
LI LYONÊ CIVÎNA PLATFORMA 'NA'
Civîna li bajarê Lyon ê Fransayê bi beşdariya Hevberdevka HDK-Fransa Zeynep Bîrsel Ocak û nûnerên gelek saziyan, pêk hat. Bîrsel Ocak li vir axivî û li ser karê divê ji bo referandûmê were meşandin, agahî da.
Bîrsel Ocak da xuyakirin, ku divê hilbijêrên li Ewropayê qeyda xwe kontrol bikin û got, "Bi taybetî divê serdan li malan bê kirin û belavokên kampanya 'NA' li qutiyên postayê bên bicihkirin. Bi rêya medyayê li ser kampanya 'NA' agahî were dayîn. Û têkilî bi partî û saziyan re bê danîn."
Zeynep Bîrsel Ocak da zanîn, platforma heyî demkî ye û wê di nava hefteyê de platformeke 'NA' ya berfireh bi rengekî fermî bê avakirin.
KAMPANYA 'NA' LI MANNHEÎMÊ DEST PÊ KIR
Kampanya 'NA' li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi panelekê dest pê kir. Panel ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan ve hat organîzekirin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîmê Cano Yildiz, rojnamevan Zana Azadî û Parlamentera HDP'ê Tûba Hezer li vir axivîn. Zana Azadî li ser girîngî û wateya rojê peyivî. Tûba Hezer jî bersiv da pirsên gel. Hezer got, "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî rejîma şexsekî, mezin bikin. Xeta me ya li dijî faşîzmê zelal e."
Cano Yildiz jî li ser plansaziya teknîkî agahî da gel û diyar kir, komîsyoneke hilbijartinê ya ji 55 kesan hatiye avakirin û wê li her qada jiyanê di çarçoveya kampanyayê de bixebite.
Di panelê de nûnerên HDK-Mannheîm û Platforma NA amade bûn.
PLATFORMA 'NA' LI AACHENÊ AVA BÛ
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, Platforma 'NA' ya li dijî dîktatoriya Qesrê û AKP'ê ava bû. Platform ji AKM, AGÎF, Halkevî, Mala Gel a Aachenê û HDK-Aachenê ve pêk tê. Platformê, ji bo xebatên 'NA' yên di referandûmê de li dijî dîktatoriya AKP-Qesrê bê meşandin seferberî îlan kir. Li bajarê Aachenê wê roja 4'ê Adarê meşek bê lidarxistin.
BONN
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê kampanya 'NA' hat destpêkirin. Di civînê de Hevberdevkê NRW ê NAV-DEM'ê Halît Taşkiran axivî û bersiv da pirsa "Ev referandûm çima girîng e, encamên wê wê bandoreke çawa li me bike û Kurd çima dibêjin NA?"
Di encama civînê de komîsyonek ji 16 kesan hat avakirin û ev komîsyon wê li Bonn û derdora wê ji bo kampanya 'NA' bixebite.
LI ST. GALLENÊ KAMPANYA 'NA' DEST PÊ KIR
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê jî kampanya 'NA' bi civînekê roja 19'ê Sibatê dest pê kir. Di civînê de li ser xebatên komîsyona hilbijartinê û referandûmê agahî hat dayîn.
Hevserokê HDK-Ewropa Demîr Çelîk jî di civînê de amade bû.
Çelîk da xuyakirin, ku ew vê referandûmê gelekî girîng dibînin û destnîşan kir, ku eger dengê 'NA' bi ser bikeve wê Tirkiye ji bo demokratîkbûnê û bidestxistina statuya Kurdistanê, bikeve nava pêvajoyeke nû.
Çelîk diyar kir, di nava şert û mercên wekhev de hilbijartin nayê kirin û got, "Tevî vê yekê jî em ji hêza xwe, ji rêxistinbûna xwe bawer dikin. Em ê bi ser bikevin."
LI DANÎMARKAYÊ PLATFORMA 'NA' AVA BÛ
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, gelek komele û saziyê civakî yên sivîl li herêma Îshojê civîna gel lidar xistin û ji bo referandûma 16'ê Nîsanê Platforma 'NA' ragihandin.