Kampanya 'NA' li Wolfsbûrgê jî dest pê kir

Di çarçoveya kampanya dengê 'NA' a referandûma 16'ê Nîsanê de, li bajarê Wolfsbûrg ê Elmanyayê civîneke gel hate lidarxistin.

Civîna gel duh êvarê bi tevlîbûna Hevserokên Meclîsa Gel a Peîne Hakîme Yoûsef û mehmet Karakaş, hevserokê NAV-DEM'ê yê eyaleta Nîedersachsenê Tahir Koçer hate lidarxistin.

Di civînê de rewşa dawî ya siyasî û pêvajoya referandûmê hat nirxandin. Di vê çarçoveyê de komîteyek 'NA' hat avakirin û biryar hat dayîn, ku xebatên ji bo dengê 'NA' li Wolfsbûrg û derdora wê bi xurtî werin meşandin.

Wekî din, ji bo bersiv ji pêwîstiyên Kurdistaniyên li vê herêmê dijîn bê dayîn, komîna ji 18 kesan hat avakirin.

Civîn bi qîrîna dirûşma "Bij Serok Apo" qediya.