Kampa li Terolarê ji bo DAIŞ'ê tê çêkirin li Frîedrîchshafenê hat protestokirin

Wargeha li herêma Terolar a Mereşê, ku ji bo çeteyên DAIŞ'ê lê werin bicihkirin, bi destê dewleta Tirk tê çêkirin, li Frîedrîchshafen a Elmanyayê hate protestokirin.

Li dijî kampa ku dewleta Tirk ji bo çeteyan çêdike nerazîbûn didomin. Li bajarê Frîedrîchshafen ê Elmanyayê bi tevlîbûna bi sedan kesî, mîtîngeke protestoyî hate kirin.

Di axaftinên li mîtîngê de hate gotin, qirkirina çandî û fizîkî ya li dijî Elewî û Kurdan berdewam dike û ev peyam hate dayin: "Em çi qasî dengê xwe xurtir derxînin û hêza xwe ya çalakiyê xurt bikin em dikarin pêşî li van komkujiyan bigirin."

Di axaftinan de hate ragihandin, bi rejîma darbeker û çewisîner ti pirsgirêk nikarin werin çareserkirin û hate gotin,  "Em li dijî darbeyan in. Em li dijî sazûmaniya despotîk a dewletê ne."