Kalkan: Ti tişt wê AKP'ê ji têkçûnê rizgar neke!

Kalkan rakirina destnedanê nirxand û got, "Eger tu zexteke ewçend dijwar bike, wê Kurd ji xwe re li çareyekê bigerin. Kurd wê li ber xwe bide û AKP'ê hilweşîne. Ne teror, ne libergerîn û ne jî qirkirin wê AKP'ê ji têkçûnê rizgar neke."

Endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan rakirina destnedanê nirxand û got, "Eger tu zexteke ewçend dijwar bike, wê demê wê Kurd ji xwe re li çareyekê bigerin. Kurd wê li ber xwe bide û AKP'ê hilweşîne. Ne teror, ne libergerîn, ne qirkirin ne jî tiştekî din wê AKP'ê ji têkçûnê rizgar neke."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, mijarên di rojevê de ji MED NÛÇE re nirxand û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ya Kedkar û Karkeran li hemû karker û kedkaran pîroz kir û di şexsê şehîdên Taksîmê de hemû şehîdên berxwedana 1'ê Gulanê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.

TERORA AKP'Ê LI HER CIHÎ YE

Kalkan da xuyakirin ku li her qada jiyanê terora AKP'ê heye û got, "AKP terora dewletê, terora qirkirina faşîst li her cihî bi kar tîne. Bajarên herî qedîm ên Kurdan ên mîna Cizîr û Sûrê hilweşand, kir xirbe. Niha jî Nisêbîn, Gever û Şirnexê hildiweşîne. Di operasyonên qirkirina siyasî de her roj bi dehan kesan digire. Kurdan qir dike. Terora polîsan a faşîst li kolanan, li hemberî çapemenî, akademîsyen û rewşenbîran her dewam dike."

Kalkan da zanîn, ku Meclîs jî ji vê terorê para xwe digire û ev nirxandin kir: "Daxwaza rakirina destnedana parlamenteriyê jî parçeyek ji vê pêkanîna faşîst a terorê ye. Êrîşa li hemberî parlamenterên HDP'ê jî parçeyek ji vê yekê ye. Bi zexta li ser civakê, bi çavtirsandin û pazîfîzekirinê re hewl dide emrê desthilatdariya xwe ya hildiweşe, dirêj bike. HDP'yî daxwaz û hesreta gel bilêv dikin, helwesta gel nîşan didin. Di nava berxwedana gel de cih digirin, wê digihînin Meclîsê. Xwedî li mafên demokratîk ên civakê derdikevin, berdevkiya van mafan dikin. Lewma bi hêrs û kîneke mezin bi ser wan de diçin. Hewl didin wan ji Meclîsê bavêjin, bêdeng bikin. Armanca Tayyîp Erdogan bêdengkirina her kesên rastiyan dibêjin û terora AKP'ê teşhîr dikin."

'EGER TU ZEXTEKE EWÇEND GIRAN LI KURDAN BIKE, KURDÊ JÎ LI ÇAREYA XWE BIGERE'

Endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser dijwariya zexta li gelê Kurd tê kirin û got, "Eger tu rabe zexteke ewçend giran li Kurdan bike, bêguman Kurd jî wê li çareya serê xwe bigere. Wê li çareya hebûn û jiyana azad bigere. Ne mecbûrî te ye, ne hewcedarê te ye. Tu hêzê bi kar tîne, ew ê jî bibe xwedî hêz û vê li dijî te bi kar bîne. Û ne mecbûre bibe koleyê te. Ne mecbûre bi ya te bike. Eger tu yekîtiyê pêk bîne, ku li yê li pêşberî xwe guhdarî bike, bike hevparê xwe, wê demê ew ê jî bi te re be. Eger tu mafê jiyanê, mafê gotinê û azadiya yên li pêşberî xwe nas bike, ew ê jî bi te re bimeşe. Naxwe ew dema berê ya koledariyê qediya ye. Di bin navê qirkirinê de siyaseta girtinê li hemberî Kurdan meşandin. Di encama vê de PKK derket holê. PKK'ê ev hemû bend ji holê rakir, parçe parçe kir. Niha jî ruh, fedekarî û cesareteke azad a pêşengiyê ji mirovahiya azad re bike, derxist holê."

Kalkan da xuyakirin, ku ew nabêje Kurd wê veqete û got, "Lê belê Kurd wê li ber xwe bide û AKP'ê hilweşîne. Kurd û Tirk wê li hev bicivin û hêza zilmê li wan dike, hilweşîne. Kurd wê bêhtir li ber xwe bide, bêhtir têbikoşe, bêhtir derkeve serê çiyê, bêhtir xwe bi rêxistin bike. Wê têkoşîna hebûna xwe û azadiyê hîn bi xurtî bimeşînin. Dostanî û tifaqan ava bike. Bi hemû bindestan re wê yekîtiyê çêbike û li ser vê bingehê têbikoşe. Ya ku di pratîkê de pêk tê ev e. Lê belê di vê mijarê de pêwîste civaka Tirkiyeyê bêhtir bi wêrekî, zanebûn û têkoşerî tevbigere. Nabe ku di bin zexta siyaseteke bi vî rengî ya terorê û zîhniyeta faşîst de bijîn. Pêwîste li dijî vê derkevin."

'AKP LI BER HER KESÎ DIGERE; LÊ WÊ JI TÊKÇÛNÊ RIZGAR NEBE'

Kalkan anî ziman, ku AKP li ber têkçûnê ye û ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike, li ber her kesî digere.

Kalkan got, "AKP li ebr Îranê digere. Li ber Îsraîlê geriya, li ber Elmanyayê geriya. Hema bêjin bi şev û roj wê destê Merkel maçî bikin. Di rojên dawî de li ber Amerîkayê digerin. Erdogan her gavê radibe dibêje 'Eyy Obama!' û destê xwe li ber vedike. Bi gotina 'Eger hûn ê nekin, em ê bi xwe bikin' hewl dide gefê bixwe. Çi pêwistî bi vê nokerî, xulamtiyê hebû? Hinekî demokratîk û parvekar bûya, wê civata Tirkiyeyê her tişt bi derfetên xwe bikira. Bi egoya 'Her tişt wê ya min be, ez ê dîktatoriyeke faşîst ava bikim' nêzîk bû. Niha AKP li ber her kesî digere û dibêje 'min rizgar bikin'. Lê nikare rizgar bibe. Ez bi awayekî vekirî bêjim: Ne teror, ne li ber gerandin, ne qirkirin ti tişt wê nikaribe AKP'ê rizgar bike. Ev rojên dawî yên dîktatoriya AKP'ê ne. Ez dîsa dibêjim, AKP 7'ê Hezîranê bibîne jî wê nikaribe 1'ê Mijdarê bibîne. Ne civaka Tirkiyeyê ne jî cîhan dikare dîktatoriya AKP'ê rake. Her roj sê-çar cenaze diçin Tirkiyeyê. Divê civaka Tiriyeyê li vê bipirse."