Jinên Serhedî Arinç şermezar kirin

Jinên Serhedî Arinç ê heqaret li Aydogan a HDP’yî kir şermezar kirin.

Jinên Serhedî Arinç ê heqaret li Aydogan a HDP’yî kir şermezar kirin.

Rêveberên Jinan a Xwecihî ya Herêma Serhed a DBP’ê, têkildarî gotinên Berdevkê Hikûmetê û Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç ên li Meclîsê ku ji Parlamentera Amedê ya HDP’ê Nursel Aydogan re got, “Xanimê bêdeng be, wek jinekê bêdeng be” daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin û Arinç şermezar kirin.

Rêveberên Jinan a Xwecihî ya Herêma Serhed a DBP’ê yên li Navenda Çandê ya Bêrîvan a Wanê kom bûn. Hevşaredara Îdir Şaziye Onder a li ser navê jinan axivî got, “Duh li Meclîsê berdevkê hikûmeta AKP’ê ya ne meşrû bi gotinên cinsiyetperest êrîşî jinan kiriye. Em vê bi nefret û tundî şermezar dikin.”

Onder wiha dewam kir: “Em wek jin vê zîhniyetê şermezar dikin û li bendê ne ku Arinç ji Aydogan û tevayî hilbijêrên wê lêborînê bixwaze.”

'JI BO AŞTIYÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN RAST BIKIN'

Onder di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Bi awayekî ne hiqûqî nahêlin Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em timî dibêjin, Ji bo avakirina aştiyê divê şert û mercên Ocalan bên rastkirin. Em ê wek jin dengê aştiyê bilind bikin. Em bang li her kesî dikin ku têkoşîna aştiyê bikin.”