Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Ji Xizmên Windayan li Amed û Îzmîrê çalakî

Xizmên Windayan û parêzvanên mafê mirovan ên li Amed û Îzmîrê çalakiyên xwe yên lêgerîna edaletê didomînin.

AMED

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amedê cara 419'emîn çalakiya "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li dar xistin û aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên windayan beşdarî çalakiya li avahiya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin bûn û wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin.

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û got ku ji bo ku windayên wan bê dîtin û kiryar bên darizandin di her şertê de têkoşîna xwe ya edaletê wê bidomînin. Bîlîcî wiha got: "Ger ku winda bên dîtin û kiryar bên darizandin wê aştiyekî adil û birûmet wê bê vî welatî."

Piştî Bîlîcî endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin axivî û çîroka Bedriye Gumuş a ku di 17'ê Sibata 1992'an de ji aliyê polîsan ve hat birîndakirin û piştre jiyana xwe ji dest da parve kir.

‘LEŞKERAN GULE LI SER ÇALAKGERAN REŞANDIN’

Yalçin têkîldarî Gumuş wiha got: "Gumuş a ku ji gundê Kuşkaya ya navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê, dayika 2 zarokan bû. Gelek caran leşkeran bi ser mala wan de girtin û dixwestin gundî bibin cerdevan. Li hemberî pêkûtiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve dihat kirin gel li gund meş li dar xist û hêzên dewletê kesên beşdarî meşê bûn li ser wan gule barandin. Di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û Gumuş jî birîndar bû. Ligel hemû mudaxaleyan Gumuş jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku gundiyan dane; efserê bi navê Ramazan û yê bi navê Mehmet Goçmen peywirdar bûn. Têkîldarî bûyera Bedriye Gumuş hê jî lêpirsîn nehatiye vekirin."

Piştî daxuyaniyê bi qasî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÎZMÎR

AQÛBETA KAYA Û CAN HAT PIRSÎN

Çalakiyekî xizmên windayan jî li Îzmîrê hebû. ÎHD li ber Sumerbanka Kevn a Berê çalakî li dar xist. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çîçek daxuyanî da û kiryarên Metîn Can û Hasana Kaya yên ku di 21'ê Sibata 1993'yan de li Xarpêtê hatin revandin û di 27'ê Sibatê de cenazeyên wan li gundê Dînarê ya 12 kîlometre dûrî Dersimê ye, di bin pirekî de hatin dîtin.

Çîçek got ku bi salan ligel hemû hewldanan kiryarên Kaya û Can nehatine dîtin. Çîçek diyar kir ku ligel hemû hewldanên malbatên Kaya û Can encamek derneketiye, doz çûye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û li vir Tirkiye hatiye mehkumkirin.

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.