Ji siyasetmedarên Kurd ên girtî banga seferberiya ‘na’

Siyasetmedarên Kurd ên ku li Girtîgeha Silîvrî ne ji bo ‘na’ banga seferberiyê kirin.

Siyasetmedarên Kurd ên ku li Girtîgeha Silîvrî dimînin têkildarî rerandûmê pirsên ANF’ê bersivandin û ji bo ‘na’yê banga seferberiyê kirin.

Li Tirkiyê girtîgeh herî pir ji siyaseta Kurd re bûne mekan. Mixabin ku ev rewş qet neguherî. Niha ji siyaseta Kurd hevserok, wekîl, hevşaredar û bi hezaran siyasetmedar girtî ne. Li girtîgehê hevdîtina bi parêzeran re tenê bi heftiyê bi rojekê û bi saetekê hatiye sînordarkirin. Siyasetmedarên Kurd ev saeta vê heftiyê ji bo pirsên ANF’ê veqetandin. Siyasetmedarên Kurd ên li Silîvrî nimro 9’ê dimînin, Meral Daniş Beştaş, Ayhan Bîlgen û Nîhat Akdogan, bi rêya parêzer Feyzî Çelîk bersiv dana pirsên ANF’ê. Siyasetmedarên girtî ji girtîgehê ji bo referandûmê banga seferberiyê ji bo ‘na’ kirin.

MERAL BEŞTAŞ: ‘GOTINA NA PEYWIREKE WELATÎBÛNÊ YE!

Meral Daniş Beştaş got, ‘ev ne karê partiyê ye’ û wiha berdewam kir: ‘’Têkildarî sedsala pêş e e, encama ku wê derkeve wê 100 salê pêş me diyar bike. Dijberiya Kurd û yekparêziyê ji nû ve tê danîn. Sozên ku dayin, mafên ku hatin naskirin bi paş ve distînin. Kurdî jî nesîbê xwe ji vê distîne. Lê Kurd ne Kurdên berê ne. Wê li dijî vê derkeve. Serxwebûna Başûrê Kurdistanê rasterast bi Rojava re têkildar e. Sîstema Kurdê rajêrbûyî dixwaze. Ango Kurdên ku Kurdbûna xwe red dike dixwaze. Ji bo vê jî di referandûmê de divê ‘na’ derkeve, hemû Kurd divê bibêjin, ‘na’ Gotina ‘na’ peywireke welatparêziyê ye. Divê ‘na’ werin zêdekirin. Ji ber 3 twîtan em avêtin girtîgehê. Biryar hatiye dayin ku me bigirin. Em li kûderê jî bin em ê gotina xwe bibêjin. Ti kesek nikare vê asteng bike. Ên ku em avêtin girtîgehan nikarin îzaha vê bikin. Ez di tecrîdê de me. Heta ku min tînin cihê hevdîtinê jî kesekî nabînim. Ez ji hêza gel bawer im.’’

NÎHAT DOGAN: ‘NA’YA ME JI YA CHP’Ê CUDATIR E’

Nîhat Akdogan got çapemenî ji dubendîbûna daraz, perwerdehî û karmendan re bûye alav û têkildarî referandûmê got, ‘’Dadmendî tê wateya avakirinê. Her tişt bûye siyasî. Her tiştê ku dibe siyasî dirize. Divê ‘na’ derkeve. AKP-MHP şevreşka civakê ne. AKP ya ku li Kurdistanê ne serkeftî be wê ne xwedî temenekî dirêj be. Kurd dînamîkeke polîtîk in. Wê wan bişînin. ‘Erê’ tê wateya erêkirina şer. Hemû şaredar û wekîl girtî ne. ‘NA’ya me ji ya CHP’ê cudatir e. Ku ‘erê’ derbikeve ev dibe kaos.’’
Akdogan diyar kir ku li girtîgehê tecrîd weke rêbazeke êşkenceya giran tê bikaranîn û got, ‘’dema ku di êşkenceyê de mirov birîndar dibe, dema ku we dibine girtîgehê li wê derê ku hevrêyên we hebin, hebûna wan ji bo we dibe derman’’

Nîhat Akdogan di peyama xwe de got, ‘’Me Gever xilas nekir. Colemergî yê ku bajarên wan kavilkirin, yê ku Mehmet Uytun û 189 kes bi saxî şewitandin û kuştin ji bîr nekir û sedî 87 dengê na da. Ev rûmetek e, divê her kes vê bibîne’’ û bi berdewamî, ‘’bi dengê na yê giştî em ê nîşan bidin ku em serê xwe natewînin. Lê’ya vê nîn e. Em dibêjin nifşê kewê, nêçîrvan ji bîr nakin. Em li ser Erdogan siyasetê nekin. Divê em zelal bin. Davutoglu yê ku fermana hilweşandina bajaran dayî jî di serî de te digot qey melek e. Nêçîrvanê mezin bû ew. Got, em ê mal bi mal biçin û tine bikin.’’

Referandûm bi şexsê Tayîp re ne têkildar e. Divê bi wî re nebe yek. Ev berdewamiya siyasetê ye. Ez naxwazim van rayeyan bidin min bi xwe jî. We Hediya Şen kuşt. Li meclîsê min ev got. Gotin Xendek. Min got, hûn têkevin wan xendekan. Ên ku em avêtin hundir e CHP ye, Kiliçdaroglu ye, ODP ye ku dibêje, ‘na’ Saadet û hwd. dibêjin na, nikarin bibêjin HDP. Tişta ku bi serê me de anîne ku em ji bîr bikin, dîrok wê bi bîra me bîne. Divê em van ji bîr nekin. Hiqûqa me ya devkî heye. Ji bo nirxan em bidin jiyîn divê em tim vê biparêzin. Dive ji van zaliman re yek ‘erê’ jî dernekeve. Her ‘erê’’yek ji zilma zalima re dibe ‘erê’ yek.’’

AYHAN BÎLGEN: DENGÊ ‘NA’ YA KU WÊ STENBOL BIDE PIR GIRÎNG E

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got: ‘’Dixwazin HDP’ê beriya referandûmê bêkêr bikin. Dosyayên nû li dosyayan zêde dikin. Bi vî rengî bi rêya zextê dixwazin li ser civakê pirnisînê çêbikin, civakê di hêviyê de bihêlin. Bi vî rengî dixwazin guherîna destûrê derbas bikin. Em ji vê re dibêjin, ‘na’. ‘Na’ya ku Stenbol wê bide pir girîng e.

AKP MHP jî li îdeoljiya xwe zêde kir îdeolojiya nîjatperest kire îdeolojiya fermî. Ev tê wê maneyê ku li ser navê îslamê muxalefet nemaye. Meseleya Kurd bi vî rengî çareser nabe. 7’ê Hezîrana 2015’an bi Kurdan re îhtîmala koalîsyonê xuya kir. Civaka Tirk ji vê re hazir bû. Lê dewleta kûr li ser Erdogan koalîsyona nixumandî ya bi MHP’ê re sazkar kir û pêşiya vê girt. Ji bo vê jî ‘na’ya ku wê di referandûmê de derbikeve wê ji koalîsyona AKP-MHP’ê re bibe, na.’’