#ji şer re na, aştiyê biqîre

Endamên Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî li navenda Dêrsimê civiyan, ji dikandar, ajokar û şêniyên bajêr destûr girtin û afîşên bi slogana "Ji şer re na, aştiyê biqîre" daliqandin.

Endamên Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî li navenda Dêrsimê civiyan, ji dikandar, ajokar û şêniyên bajêr destûr girtin û afîşên bi slogana "Ji şer re na, aştiyê biqîre" daliqandin.

Hevberdevka Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî Eylem Çelîk got, "Ji bo aştiyê çi ji destê me tê em amade ne bikin. Em êdî aştiyê dixwazin. Zêdeyî du sal in em vê xebatê dimeşînin. Her kes aştiyê dixwaze. Em ji bo vê dixebitin. Di dema pêş de wê li Parka Seyîd Riza nobeda me ya aştiyê destpê bike. Bi kurtasî em di têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê de bi israr in."

Hevberdevkê Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî Ferhat Guven jî da xuyakirin ku ew êdî naxwazin rondikên çavê dayikan bibarin û got, "Ne dayika leşker, ne dayika gerîla ne jî ya polîs bila bes bigirîn. Em aştiyê dixwazin. Bila ji bajarê me cenazeyê leşker, gerîla, polîs dernekeve. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê ya zêdeyî du sal in dewam dikir, bidome. Bila êdî dayik êşa zarokan nekişînin. Em dengê xwe ji Mûnzûrê, ji Çiyayê Spîlê, ji Ilgazan bilind dikin. Bila ev şer bi dawî bibe."

...