Ji PEN a Îranê desteka ji bo HDP'ê

Serokê PEN a Îranê Bahram Rahmanî ku endamê PEN a Navneteweyî ye anî ziman, ku ew destekê dide HDP'ê.

Rahmanî da xuyakirin ku yekane partiya li Tirkiyeyê aştî, azadî, biratiya gelan, mafên mirovan û azadiya ramanê diparêze HDP ye, lewma di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ew destekê dide HDP'ê.

Rahmanî diyar kir ku HDP ne partiyeke bi tenê mafên Kurdan diparêze ye, partiyeke ku berjewendiyên hemû derdorên bindest ên civakê diparêze, di lîsteya xwe ya namzetan de cih dide nûnerên van gel û derdorên civakî û destnîşan kir ku HDP ji bo Tirkiyeyê şenseke nû ye.

Rahmanî hişyarî da ku dewlet û desthilatdariya AKP, ji bo pêşî li xurtbûna HDP'ê bigirin dibe ku serî li provokasyonên cuda bidin û anî ziman ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê ne tenê ji bo Tirkiyeyê di heman demê de wê bandorê li polîtîka derve jî bike. Rahmanî ragihand ku rêya pêşketnên erênî ya di polîtîka derve û hundir a Tirkiyeyê de, di derbasbûna HDP'ê ji bendê re derbas dibe.

Rahmanî da zanî ku AKP veguheriye dewletê û destnîşan kir ku kombûna erkan di destê partiyekê de, di destê kesekî bi tenê de qet li demokrasiyê nayê û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Di salên 1960'î de partiyeke karker a Tirkiyeyê hebû ku mafên karker û kedkaran diparast. Di şert û mercên roja îro de partiyeke çînî ya tevlî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dibe nîne. Lê belê nûnerên gelên cuda, karker, Elewî û derdorên din ên civakê, di nava HDP'ê de cih digirin. CHP û partiyên din gelên bindest û karkeran naparêzin. MHP partiyeke nîjadperest û şoven e. Divê rewşenbîr û bindest tercîha xwe li aliyê aştî, demokrasî û azadiyê bikin."