Ji NAV-DEM’ê banga çalakiyên lezgîn

NAV-DEM’ê, li dijî hewldana qetlîamên li Nisbînê bang li hemû Kurdan kir ku rabin çalakiyan.

NAV-DEM’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku AKP piştî Cizîr, Sûr û Silopiyayê vê car jî dixwaze li Nisêbînê polîtîkayên qetlîamê bixîne dewreyê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi balafirên şer bajaran bomberdûman dikin, bi tank û panzeran dest bi hilweşandinê dikin. NAV-DEM’ê ragihand ku bêdengbûna cîhanê cesaretê dide hikûmeta AKP’ê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku AKP dixwaze li hember piştgirîkirina hêzên koalîsyonê ya YPG’ê, li Nisêbînê qetlîaman pêk bîne. Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em weke NAV-DEM’ê di serî de bang li gelê Kurd û hemû mirovên bi rûmet, demokrasîxwaz dikin ku dakevin kolanan, berxwedana demokratîk bilind bikin, xwedî li Nisêbînê derkevin.”