Ji ÎHD’ê rapora ‘Xirabê Bava’

ÎHD’ê têkildarî gundê Xirabê Bava ku di bin êrîşa hêzên dewletê de ye rapor weşand. Di raporê de hate xwestin ku Meclîs li gund lêkolînê bike.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya têkildarî gundê Xirabê Bava a Nisêbînê ragihand ku ji 11’ê Sibatê ve dewleta Tirk êrîşê dibe ser. Di raporê de têkildarî gundê Xirabê baba agahiyên balkêş hatin parvekirin.

ÎHD’ê ji ber sedema ewlekariyê navê endamên xwe yên ku rapor amade kirin neda.
Şandeya ÎHD’ê ku 20’ê Sibatê li Mêrdînê dest bi lêkolîna xwe kir, diyar kir ku wan xwestin bi Waliyê Merdînê Mustafa Yaman û Qeymeqamê Nisêbînê re hevdînekê bikin lê bersiva vê daxwaza wan a nivîskî nehatiye dayin.

Di raporê de tê gotin şandeyê li Nisêbînê hin hevdîtin kirine û piştre xwestin ku biçine gund lê beriya ku bigihijin gundê Xirabê Bava bi 15 km’yî ew ji hêla leşkeran ve dane sekinandin.

ÊŞKENCE
Di raporê de cih dane gotinên kesên şahidên operasyonê û wan xwe gihandine zilamekî 40 salî ku ji ber sedema nexweşiya xwe di roja 6’an a qedexeyê de karîbûye ji gund derbikeve. Di raporê de gotinên şahidê operasyonê wiha ne:

‘’11’ê Sibatê, Şemiyê saet 19.30’an li ser gund gelekî dengê helîkoptêran hat. Saet 20.30’an ji hoparlora mizgeftê ya gund bang hate kirin ku leşker hatine gund û heta sibehî qedexeya derketine derve hatiye ragihandin û di heman demê de jî operasyonê dest pê kiriye. Pêşî bi ser malên derveyî gund de girtine û pêşî yê ku hatiye binçavkirin Ebubekîr Koç ê 73 salî ye. Ên din jî em di malên xwe de rehîn bûn. Bi ser malan de girtin, kesên li malê derxistin meydana gund, êşkence û miemeleya nebaş bi wan kirin.
Jineke 35 salî ji tiştên ku dîtî pir bi bandor bû, xwîn ji bêvila wê hat û ji hiş çû. Ji ber ku gelek xwîn jê çû, rewşa wê jî giran bûi, bi minet û ricayê destûr hate dayin ku wê rakin nexweşxaneyê. Hevserê jinikê yê ku li Qibrisê dixebitî û bo betlaneya salê hatibû malê roja Yekşemê hate binçavkirin. Ji bo vê jî jinikê xwestibû keçên xwe jî bi xwe re bibe lê destû nedabûn. Destûr nedan ku keçên wê yên 14 û 12 salî ji mal derkevin. Jinikê got, gotin, ‘wê xizmetê ji me re bikin’ û ew di malê de asê kirin. Malbat nikare xwe bigihînê keçên xwe û ji vê rewşê jî pir bi fikar e.

Ji roja Şemiyê heta Duşemê 16 kes hatibûn binçavkirin û binçavkirin berdewam dikir. Di nav wan de zarok jî hebûn. Di rewşên acîl de zor jî bûya pêkan bû ku nexweşan rakin nexweşxanê lê destûr nedidan ku zarok derkevin. Jineke ku nexweşiya dil pê re bû xwest ku zarokên xwe yên 2 salî û 4 salî jî bi xwe re bibe lê nehiştin. Wê jî got ez naçim nexweşxanê. Piştî ku rewşa wê giran bû destûr dan ku zarokê xwe bi xwe re bibe. Beriya bi mehekê jî li wî gundî operasyon kiribûn. Wê demê jî 6 kes binçav kiribûn. Du rojan girtibûn û piştre berdabûn. Wê demê ziyan nedane malan.
Xirabê Bava gundekî dîrokî ye. Bermahiyên dîrokî yên weke Sûrh û dêran hene. Ji ber ku gundî nebûbûn qorîcî 15’ê Gulana 1995’an ev gund kavil kiribûn. Du kes ji mizgefetê derxistibûn û kuştibûn. Em hemû neçar mabûn ku ji gund derkevin. Wê demê li gund 185 mal hebûn. 2002’an destûr dan ku em li gundan vegerin. 7-10’’ê Adara 2002’an gundî dîa vegeriyan. Me gund ji nû ve ava kir. Li gund niha 65 mal hene û nifûsa wê jî nêzî 500 kesî ye. Li gund hê jî nexweş hene û rankekirine nexweşxaneyê. Yek jê Bego Dogan e, 76 salî ye, di du damarê wî de stent heye, tim heban bi kar tîne û pêdivî pê heye ku lê were nerîn. Niha li gund bi tenê ye û ev 10 roj in me ji gund ti agahî wernegirtiye.
Abdullah Dogan (64), Osman Dogan (19), Vedan Dogan (16) roja 4’an hatin berdan. Xwendakarekî pola 8’an hatibû binçavkirin, ji ber ku temenê wî biçûk bû roja 4’an serbest hate berdan. Gulbahar Toy (40), Jineke bi paşnavê Bayhat a 40 salî û Nerîman Gungor ku ji ber ku di bin çav de krîz derbas kirin serbest hatin berdan. Hevserê wê Şukru Gungor hê di bin çav de ye (…) Dema ku ez derketim min nêzî 1000 leşker, polîs dîtin. Komando, jandarma û tîmên taybet..Tiştên ku dibin fêhm nakim. Min 12’ê îlonê jî dît, min salên 90’î jî dîtin lê me tiştekî wiha nedît, ez şok bûme.’’

HEVJÎNA ABDÎ AYKÛT: JI NEXWEŞXANEYÊ BERA ME DAN
Di raporê de cih dane gotinên hevjîna Abdî Aykut ku êşkence lê hatibû kirin û wêneyên wî di çapemeniyê de xuya bûbûn. Hevjîna Aykut dibêje dema ku ew çûye nexweşxanê jê re gotin, ‘’hevjînê te li vir e’’ û piştre bera wê dane.

DOZGER: SERÊ MIN NE VALA YE
Di raporê de tê gotin ew çûne Edlîyeya Nisêbînê xwestine ku bi Serdozgerê Komarê re hevdîtinê bikin lê dozger gotiye, ‘’serê min ne vala ye, nikarim biaxivim’’ 
Her wiha tê gotin şandeyê li Walî û Qeymeqamê Nisêbînê randevû xwestiye lê bersiva wan nehatiye dayin.

BANGA BIHÎSTYARIYÊ
Di dawiya raporê de hate gotin bêyî ku bi derengî bikeve divê îdîayên giran ên weke êşkence, miemeleya nebaş, înfaza bêdaraz, kavilkirin û şewitandina malan, ji hêla Dozgeriya Komarê ve were lêpirsîn, Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê komîsyonekê ava bike û ji bo lêkolînê bişîne gundê Xirabê Bave û her wiha hate xwestin ku Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyê divê li ser van binpêkirina lêkolînan bidest destpêkirin, wezaretên Edalat û Karê Navxweyî divê têkildarî rêveberiyên cameweriyê lêpirsîna îdarî bidin destpêkirin.

Di raporê de herî dawî hate gotin ku ew bang li saziyên netewî û navnetewî dikin ku ji ber sedema binpêkirina di dema operasyonan de a li gund û bajar û navçeyan ti lêpirsîneke karîger nehatiye kirin, li gorî peymanên ku Tirkiyê jî aliyê wan e, mekanîzmayên mafê mirovan bihîstyar bin.