Ji hev ketina dewleta Tirk: 117 leşkerên din hatin girtin

Li dû hewldana darbeyê binçavkirin, girtin û girtina ji wezîfeyê dewam dike.

Tengavî û ji hev ketina dewleta Tirk a piştî hewldana darbeyê rû da, dewam dike.

Ji leşkerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatin binçavkirin 117 leşkerên din hatin girtin. Di nava girtiyan de, efserên ji alaya parêzvanên Serokkomariyê jî hene.

Di çarçoveya lêpirsîna 'darbeyê' ya li Kayserî de, Serokê Desteya Rêveber a Boydak Holdîngê û Serokê Odeya Pîşesazî ya Kayseriyê Mûstafa Boydak tevî 2 xizmên xwe hatin binçavkirin.

Li dû hewldana darbeyê, ji gelek saziyên cemaweriyê 66 hezar 36 xebatkarên cemaweriyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin.