Ji Expressen ji înkarkerên qirkirinê re: Şerm bikin!

Olsson ê şefê çandê yê rojnameya Expressen a li Swêd duyemîn rojnameya tîraja wê herî zêde ye, bersiv da înkarkerên qirkirinê yên li hember Komedyanê Kurd Nûjen ê banga qebûlkirina Qirkirina 1915’an li Tirkiyeyê kiribû ketin nav êrîşê.

Olsson ê şefê çandê yê rojnameya Expressen a li Swêd duyemîn rojnameya tîraja wê herî zêde ye, bersiv da înkarkerên qirkirinê yên li hember Komedyanê Kurd Nûjen ê banga qebûlkirina Qirkirina 1915’an li Tirkiyeyê kiribû ketin nav êrîşê.

Ozz Nûjen, di rûpelê çandê yê Rojnameya Expressen a lîberal di makaleya xwe ya bi wesîleya 100. salvegera qirkirinê de, diyar kiribû ku sala 1915’an 1,5 mîlyon Xiristiyan hatine qetilkirin, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê qirkirin înkar kir rexne kir û xwestibû Tirkiye qirkirinê qebûl bike.

Nûjen çend roj beriya weşandina makaleya xwe ji ANF’ê re axivî bû û li ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sekinî û daxwaz kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê. Nûjen li ser qirkirinan sekinîbû û  ji ber hinek eşîrên Kurd jî di qirkirina 1915’an de cih girtibûn, ji Asûrî, Suryanî û Êzidiyan lêborîn xwestibû.

Aliyên neteweperest, nîjadperest û faşîst bi rêya nameya elektronîk li rojnameyê zext kirin da ku nîqaşên qirkirinê bên astengkirin.

Şefê çandê Karîn Olsson ê rojnameyê bersiv da aliyên ku bi AKP’ê re di têkiliyê de ne. Olsson di bersiva xwe de binpêkirinên mafan ên Tirkiyeyê bibîr xist.

Olsson di makaleya xwe de got ku Erdogan ê demekê YE û Rojavayiyan piştgirî didayê, ji bendewariyên demokratîk re nabe bersiv û di êrîşên li dijî çapemeniyê de bi Putîn re weke hev e. Her wiha diyar kir ku li şûna wesayeta leşkerî ya berê ya Tirkiyeyê, wesayeta serokkomar û kesan girtiye.

Olsson wiha got: “Hûn kesên ku ji ber Ozz rastî vegotin, êrîş dikin, şerm bikin! Yên name şandine ne objektîf in. Em li aliyê aşkerabûnê ne.”

JI BER GEŞEDANAN BI FIKAR BIN

Olsson wiha got: “Rojnameger Ceyla Karan û Hîkmet Çetînkaya ji ber piştevaniya bi Charlîe Hebdo, bi rîska 4 sal ceza re rû bi rû ne. Niha jî li şûna ku êrîşî Ozz Nûjen dikin, bila ji geşedanên li Tirkiyeyê bi fikar bin.”